Serrûpel Nûçe Frensa rêxistina Faşîst ya Tirkiyê “Gurên Boz” qedexe kir

Frensa rêxistina Faşîst ya Tirkiyê “Gurên Boz” qedexe kir

Belav bike

Rêxistina bi navê “Gurên Boz” rêxistineke tirkî ya faşîst e, navenda wê Tirkiyê ye, girêdayî partiya MHP ye, ku hevkarê partiya AKP ye, şaxên wê rêxistina faşîst li gelek welatên cîhanê hene.

Gelek Kurd bi destê wê rêxistinê hatine kuştin, her destê wê rêxistinê di nava hikûmeta Tirkiyê de jî dirêj in.

Di van rojên dawîn de endamên wê rêxistinê li Frensa êrîşî Ermeniyan kirin, wezareta navxwe ya Frensa ew rêxistina faşîst qedexe kir û got ew rêxistineke tundrewe û bûye sedema kuştin û birîndarkirina gelek kesên sivîl û ewlekariya Frensa xerab dike.