Serrûpel Nûçe James Jeffrey ku ji Kurdan hez nake û dostê Tirkiyê ye dawî...

James Jeffrey ku ji Kurdan hez nake û dostê Tirkiyê ye dawî li karê wî hat

Belav bike

Şanderê Amerîka ji bo Sûriyê ku weke dostê Tirkiyê tê hesibandin, James Franklin Jeffrey dest ji kar dikişîne.

John Bolton di hevpeyvîneke xwe de ji bo Rûdawê gotibû ku Jeffrey ji Kurdan hez nake.

Li gor rojnameya Al Sharq Al Awsat, Jeffrey ligel hinek berpirsên ewropî ku pêwendîdarî pirsa Sûriyê ne, axifiye û gotiye ku dawî li karê wî hatiye lê wî siyaseta Amerîka berdewam be.

Jeffrey sala 2018 weke şanderê Amerîka ji bo Sûriyê dest bo kar kiribû. Ew berê sefîrê Amerîka bû li Tirkiyê.