Serrûpel Nûçe Siyasetmedar û zimanzanê Kurd Hemîd Kilicaslan wefat kir

Siyasetmedar û zimanzanê Kurd Hemîd Kilicaslan wefat kir

Belav bike

Zimanzan û rewşenbîrê Kurd Hamit Kiliçaslan ku ev demek bû nexweş bû ji ber nexweşiya korona, dilê wî sekinî û îro roja 27.11.2020 saat derdora 03:20, wefat kir.

Hamit Kiliçaslan kî bû?

– Di sala 1948an de li Qosera Mêrdînê li Gundê Simaîl Axa hate dinyayê. Dibistana destpêk, navendî û amadehî li Qoserê xwend.

– Di dawiya salên 60î de li Zanîngeha Enqereyê li Beşê Hiqûqê dest bi xwendekariyê kir. Ji ber kar û barên siyasî û endamtiya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-Tirkiye) ji zanîngeha hate avêtin.

– Di sala 1979an de bi awayekî çalak li bakurê Kurdistanê kete nava tevgera PDK-Tirkiye.

– Di dema derbeya 12ê Îlona 1980an de neçar ma derbasî rojavayê Kurdistanê bibe. Ji wê derê jî di sala 1983an de derbasî Swêdê bû. Jiyana xwe li Swêdê berdewam kir.

– Pêşengiya xebatên ziman û rewşenbîriya Kurdî kir. Demeke dirêj di nava Koma Kurmancî de cih girt.

– Hamit Kiliçaslan bavê 6 zarokan bû.