Serrûpel Nûçe Li Mosko vaksîna Korona dest pêkir

Li Mosko vaksîna Korona dest pêkir

Belav bike

Li paytexta Rusya Mosko vaksîna korona dest pêkir. Navê vaksînê (Spotnîk V) ye, ji bo vaksînê 70 navend hatine vekirin, heta dawiya salê wê 100 navendên din yên vaksînê werin vekirin.

Kesên di warê tendurustî, perwerde, xizmetguzariyên civakî û di dereceya yekem de nexweşên korona ne wê berî her kesî werin vaksînkirin.

Parêzgarê Moskî got, di 5 saatan de 5 hezar kes bi riya online serî li vaksînkirinê dane.