Serrûpel Nûçe Generalê ku destê wî di rizgarkirina Kobanî de hebû Lloyd Austin dibe...

Generalê ku destê wî di rizgarkirina Kobanî de hebû Lloyd Austin dibe wezîrê berevaniya Amerîka

Belav bike
General Austin YPG’e rind nas dike û wek qumandarê hêzên Amerîkî pir hewil dabû ku rêvebirîya Obama piştgirî bide şervanên YPG’ê ku bi lehengî û canfedayî Kobanî diparastin.
Û piştî ku Serok Obama wek piştgirîya YPG’ê biryara êrîşên esmanî dabû, General Austin li Kongresê şervanên YPG’ê pesandibûn.
Li gor jêderên taybet Biden pir bi Austin bawer e û ji wî hêvîyên wî pir in.
Ger Kongres wezîrtîya General Austin erê bike, ewê bibe kesê yekê yê reş ku bibe berpirsê giştî yê Pentagonê. (ji rûpela rojnamevan Robîn Reşvan)