Serrûpel Nûçe Grûpeke nenas êrîşî ofîsa ENKS kir

Grûpeke nenas êrîşî ofîsa ENKS kir

Belav bike

Li bajarê Dirbêsiyê Rojavayê Kurdistanê grûpeke nenas êrîşî ofîsa Encûmena Xwecihî ya ENKSê kir û gulle berdane baregeha wê.

Serokê Encûmena Xwecihiya ENKSê Îdrîs Şêx Xelef ji Rûdawê re ragihand, bûyer roja Duşemê 14ê Kanûna 2020an demjimêr 00:30 de çêbûye û grûpeke nenas êrîşî ofîsa xwecehî ya ENKSê li bajarê Dirbêsiyê kirin û gulebaran kirin.

Îdrîs Şêx Xelef diyar kir, ku di dema gulebarankirina ofîsa wan de, ew ofîs girtî bûye û ti kes lê nebûye, lewma tenê ziyanên madî gihiştiye baregeha wan.

Serokê Encûmena Xwecihiya ENKSê herwiha got, grûpeke têkder ew êrîşê pêk aniye û tekez kir, ew dê li ser hewlên xwe yên diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berdewam bin.

Piştî êrîşa li ser ofîsa xwecihî ya ENKSê li Dirbêsiyê, çend kesên nenas molotof avêtin otomobîla Cîgirê Serokê ENKSê li Dirbêsiyê Eşeref Mela, lê ziyan çêne bû.

Rêveberiya Giştî ya ENKSê jî têkildarî êrîşê, doh êvarê li bajarê Qamişlo civiya û êrîşên li ser ofîsên xwe gotûbêj kir. Rêveberiya Giştî ya ENKSê êrîşên li ser ofîsên xwe şermezar kir û ragihand, mebesta van binpêkirinan têkbirina danûstandinan e.

ENKSê destnîşan kiriye, grûpeke din bi molotofan êrîşî navenda PDK-Sê ya li rojavayê bajarê Qamişlo kirine û berî du rojan jî êrîşî ofîsa Yekîtiya Kurdistanî li Amûdê kirine û ala Kurdistanê Kurdistanê anîn xwarê.

Di daxuyaniya xwe de, ENKSê aliyên emnî yên Rojavayê Kurdistanê weke berpirsyar di ber êrîşên li ser ofîsên xwe de bi nav kiriye. (Rûdaw)