Serrûpel Nûçe Prîskê Mohoyî dinivisîne: Doktor û profesorê li cîhanê naskirî FEYZOYÊ EGÎT 76...

Prîskê Mohoyî dinivisîne: Doktor û profesorê li cîhanê naskirî FEYZOYÊ EGÎT 76 salî ye – foto

Belav bike

Prîskê Mihoyî (Rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya)
……

Van rojan matêmatîkzanê Rûsyayêyî bi nav û deng, doktor-profêsorê zanîstîyê yê fîzîko-matêmatîkayê, akadêmîkê Akadêmîya Rûsyayêye teybetzanîyê, serokê kafêdra analîza matêmatîkayê ya Ûnîvêrsîtêta bajarê Saratovêye dewletê (Rûsya), endamê Yekîtîya Amêrîkayê ya matêmatîkzanan, karmendê bi sîyanet yê Dibistana Rûsyayêye bilind FEYZOYÊ EGÎT ŞEMOYAN ji bo 76-salîya xwe pîrozbayan ji heval-hogiran û rêxistinên fermî werdigre.

Eger pesin tê tûnebe, mirov dikare bi heqî bêje, ku Feyzoyê Egît emekê mezin rêtîye ji bo pêşvebirina zanîstîya matêmatîkayê li Rûsyayê, xasma têorîya spêktral ya fûnksyayên komplêksa werguhêz. Navê wî ne tenê di nava goveka fireh ya zanyarên dewletên Sovîyêta berê da, lê usan jî li gelek welatên cîhanê dîhare. Ewî bi dehan caran kêlmên zanîstîyê li ûnîvêrsîtêtên naskirî yên Rûsyayê, Almanyayê, Swedê, Îtalîyayê, Norvêgyayê, Amêrîkayê, Fransayê û welatên dinê xwendîye û li ser pirsên analîza matêmatîkayê sekinîye.

Feyzoyê Egît 28-ê kanûna paşin sala 1945-an li gûndê Baysizê (navçeya Talînê, li Ermenîstanê) di mala Egîtê Reşîtê Şemo da ji dayîkê bûye. Pêşîyên binecîyên vî gundî nêzîkî 190 sal berê di dema şerê rûsa-tirkan yê salên 1828–1829-an ji deşta Eleşgirê, bi taybetî ji Eyntabê (Kurdistana bakur) koçberî vira bûne. Eva gunda gundekî kurdên êzîdîyayî herî kevnare li herêma Ermenîstanê. Ji gundê Baysizê gelek zanîyar derketine: doktor-profêsor Feyzoyê Egît, doktorê dîrokzanîyê Memoyê Xalit, doktorên zanîstîya fîzîko-matêmatîkayê Paşayê Mihoyî, Hesenê Egît û Dewrêşê Cewo. Dengbêjê beyt-serhatîyan Egîtê Têcir û dengbêjê naskirî Memoyê Silo jî ji vî gundî bûne.

Di sala 1962-a da Feyzoyê Egît li Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewlete li fakûltêta matêmatîkayê tê hildanê. Sala 1966-an ew bi êkstêrn (ji demê zûtir) ezmûnên xwe dide û carekê ra ji kûrsa 3-an derbazî kûrsa 5-an dibe. Tiştekî balkêşe, wekî di nava dîroka Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê da Feyzoyê Egît xwendekarê duemîn bû, yê ku ji demê zûtir zanko kuta kirîye.

Sala 1966-an Feyzoyê Egît xwendina xwe li aspîrantûra Ûnîvêrsîtêta Lênîgradêye dewletê dûmayî dike. Ew 26-salîya xwe da navê doktorê zanîstîyê yê fîzîko-matîmatîkayê werdigre.

Feyzoyê Egît ji sala 1973-an hetanî sala 1993-an karmendê zanîstîyêyî sereke yê Înîstîtûta matêmatîkayê ya Akadêmîya Ermenîstanêye zanîstîyê bû. Wê demê ewî usan jî li Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê li kafêdra analîza fûnksyonal dersbêjî dikir, di destpêkê da wek dosênt, lê dû ra wek profêsorê wê kafêdrayê.

Feyzoyê Egît sala 1993-an bi malê va ji bajarê Yêrêvanê cîguhastî bajarê Braynskê (Rûsya) dibe û wê salê da heya sala 2017-an ew serokvanîyê kafêdra analîza matêmatîkayê ya Ûnîvêrsîtêta Bryanskêye dewletê dike. Lê di sala 2017-an da ew tê bajarê Saratovê û wî bi hizkirin li Ûnîvêrsîtêta vî bajarî ya dewletê hildidine li ser kar. Ew li vê demê profêsorê kafêdra vê zankoyê ya analîza matêmatîkayê ye. Ew lêksyayên (kêlmên) bi taybet ji bo xwendevanên kûrsên bilind dixwîne.

Fezoyê Egît xûdanê bêtirî 170 xebatên zanîsîyê ye, di wê jimarê da usan jî xudanê 4 lêgerînên fûndamêntal yên di warê analîza matêmatîkayê ye. Ewî gelek caran grantên (xelatên diravî) Fonda Rûsyayê ya lêgerînên fûndamêntal ya Wezîreta Rûsyayêye perewerdê û zanîstîyê wergirtîye.

Heyanî niha bêtirî 20 doktoran li ber destên Fezoyê Egît têzên xweye zanîstîyê yên dereca fîzîko-matêmatîkayê amade kirine û parstine.

Ji bo keda mezin ya di warê pêşvebirina zanîstîya fîzîko-mamtêmatîkayê profêsor Feyzoyê Egît gelek caran hêjayî xelatên Akadêmîya Ermenîstanêye zanîstîyê, Wezîreta Rûsyayêye perewerdê û zanîstîyê, berpîrsyarîya Herêmên Braynskê û Saratovê bûye.

Dê û bavê wî – Qerqaşa Huseyn û Egîtê Reşît ji gundê Baysizê bûn, ji qebîla Stûrkan. Wana 10 zaro mezin kirin, 5 kur û 5 jî keç, ji kîjanan pêncan xwendina bilind dest anîne.

Malbeta Feyzoyê Egît ra dibêjin malbeta matêmatîkzanan. 4 birayên wî li fakûltêtên matêmatîkayê xwendine û xwendina xwe bilind li serhevda anîne. Lê Hesenê birayê wî yê rehmetî jî doktorê zanîstya matêmatîkayê bû.

Xanima Feyzoyê Egît – Naza Hecî Cewarî jî matêmatîkzan bû (ew dota profêsor Hecîyê Cindî ye). Ewê jî Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê xilas kiribû, gelek salan dersbêja matêmatîkayê bû. Sed mixabin, sala 2017-an çû ber dilovanîya Xwedê.

Feyzoyê Egît û Naza Hecî du zaroyên aqil û kemal mezin û perwerde kirine. Kurê wan – Romo doktorê zanîstîya fîzîko-matêmatîkayê ye. Keça wan Sonê jî doktora tundurustzanîyê ye.

Bêguman, Feyzoyê Egît kubarîya gelê me ye. Ew rast zanyare, ew rast doktore, ew rast profêsore, ew rast akadêmîke. Gelek pirsgirêkên analîza fûnksîyonal ya matêmatîkayê îro bi navê wî ra girêdayîne. Lêgerînên wîye fûndamêntal yên li warê têorîya fûnksyonal û analîza matêmatîkayê îro bûne pirtûkên ne tenê li ser sifrên xwendevanên fakûltêtên matêmatîkayê, lê usan jî yên gelek zanyarên di vî warî da.

Em roja bûyîna Feyzoyê Egît pîroz û bimbarek dikim, wî ra sehet û qewatê û aramîyê dixwezim! Û dixwezin wê yekê jî bêjin, ku îro be yanê sibê be, nevîyên meyê rabin û li fakûltêtên zankoyên dewletên welatên cîhanê bêne hildanê û hîn bin û wê têza xwe ya doktorîyê li ser bingeha lêgerînên Feyzoyê Egît amade bikin!

 Li ser Feyzoyê Egît li vira mêze bikin:

https://web.facebook.com/yekbuntv/videos/248720939977134

Desteya rêvebir ya malpera AVESTAKURD jî rojbûna profesorê hizkirî, zanyarê naskirî, matêmatîkzanê bi goveka hemcihanê bi dil û can pîroz dike, wî ra jîyaneke dirêj û tundurîstîya baş dixweze.


Kesên di wêneyan de kî ne?

1. Profêsor Feyzoyê Egît di dema genctîyê da;

2. Profêsor Feyzoyê Egît di dema îro da;

3. Di wêne da (cêrga yekê): profêsor Feyzoyê Egît û gotarvanê rojnama “Rya teze” Prîskê Mihoyî; di cêrga duda da (ji milê çepê): doktor  Derewêşê Cewo û xwendekar Bînbaşê Mecît;

4. Profêsor Feyzoyê Egît di dema îro da;

5. Di wêne da: Feyzoyê Egît, Hecîyê Cindî û Naza Hecî;

6. Malbeta profêsor Feyzoyê Egît. Di navendê da dê û bavê Feyoyê Egît – Qerqaşa Huseyn û Egîtê Reşît;

7. Gundê Feyzoyê Egît – Baysiz li berpala çîyayê Elegezê.