Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ragihand, hikûmeta Çînê vaksîna Korona dide Kurdistanê.
Wezîrê tenduristiyê got, hikûmeta Çînê 5 hezar tene vaksîna Korona pêşkêşî Kurdistanê dike.
Dr. Saman Berzencî ji BasNews re got, ewê di demeke nêzîk de wan vaksînan derbasî Kurdistanê bikin û ewê têra 2500 kesan bike, ji ber ku her kesek du caran tê vaksînkirin.
Vaksîna Çînê ya bi navê “Sinopharm” ji aliyê Iraqê ve hatiye pesendkirin.