Serrûpel Nûçe PAPA roja 07.03.2021 li Hewlêrê ye

PAPA roja 07.03.2021 li Hewlêrê ye

Belav bike

7ê meha bê, meha adarê, wê Papayê Vatîkan were Hewlêrê û wê li hola Civîna Serkirdeyan ligel serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive.
Papayê Vatîkan heman rojê wê biçe Mûsilê û li wir ji bo qurbaniyê şerê Daişê nimêj dike.
Piştre wê serdana kenîseya Tahîre ya Mezin li Qereqûş bike.
Piştî nîvro wê careke din vegere Hewlêrê û li stadyoma Frenso Herîrî beşdarî merasîmeke mezin bibe. Papayê Vatîkan 8ê adarê wê xatirê xwe bixwaze û biçe Bexdayê.