Serrûpel Nûçe Şahînê Soreklî ji Nizamettin Ariç bi gazin e!

Şahînê Soreklî ji Nizamettin Ariç bi gazin e!

Belav bike
Nivîskar û romanivîsê Kurd Şahîn Soreklî li ser programeke di derbarê hunermend Nizamettin Ariç û axaftinên wî di wê programê de daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir:
Ez pirr ji kek Nizametîn Ariç re rêzgir bûme. Demekê min jê re “Kek Feqî” digot. Em ji salên 80yan ve hev dinasin û Xwedê dizane min gellek alîkarî pê re, û çeyî jê re, krine, ji nivîsandina helbestên Zînê, Kenê li Ser Bîrê, Li Vir Hebû gundekî Şên, Dayê, Mihemedo, … û xwendina wan bi deng bo telafuzê bigir ta hevkariyên din û pêşwazîkirina wî li Australya …
Her dem min wek mirovekî bi şaristanî û rêzdar, mirovekî di nav Kurdan de aram û xwedî pîşe behsa kek Nizamettin kiriye, lê îroj pirr û pirr dilşkestî bûm, dema dostekî navnîşana lînk bernameyeke Rûdaw TV ji min re rêkir. Nizamettin tê de dibêje ku wî ji diya xwe re “helbesteke bi navê “Dayê Rojek Tê” nivîsandiye!
Ji bo xatirê dostiya me û giraniya wî li nik min, ez ê bêtir nebêjim, ji bilî gotina ku min sal 1984 helbesta “Dayê, Rojek tê” jê re bi nivîs û deng rêkiriye! Navnîşana bernameya Rûdaw ev e; tê de li vê demê binihêre: 38:43.
Min ê ji wî bi xwe re binivîsanda û weha aşkere nedikir, lê kek Nizamettin di bernameyeke televizonê de gotina xwe kirye û bi hezaran guhdarê kirine. Ez çiqa bikim jî, gellek kes dê texmîn bikin ku helbest ya wî ye! Çi heyf! Di dilê min de şûneke ku êdî bihêt şkestin nemaye! Gellek dostan ez bi rê ve ji xwe dilsar kirime! Çi heyf! Û tika ye bila kesek nenivisîne, kek Shahîn xem nake!