Serrûpel Nûçe Siyasetmedarê Kurd yê navdar Dr. Roj di 74 saliya xwe de wefat...

Siyasetmedarê Kurd yê navdar Dr. Roj di 74 saliya xwe de wefat kir

Belav bike

Endamê polîtburoya PDK Dr. Roj Nûrî Şawês koça dawî kir.

Dr. Roj sala 1947 li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bibû. Beşê endazyariyê li zankoya Mûsilê xwandibû. Doktora li Almanya wergirtibû.

Di kabîneya yekem ya hikûmeta Kurdistanê de cîgirê serokê hikûmetê bû. Salên 1999 heta 2003 serokê parlementoya Kurdistanê bû. Serokê hikûmetê bû di kabîneya sêyem ya hikûmeta Kurdistanê de.

Dr. Roj sala 2004 bû cîgirê serokê hikûmeta Iraqê, sala 2014 dîsa bû cîgirê serokê hikûmeta Iraqê.