Daxuyaniya Wezareta Navxwe:
Piştî ku şeva borî demjimêr 09:30 çend mûşek li Firokegeha Navdewletî ya Hewlêrê û çend taxên bajêrê Hewlêrê ketin, li nava firokxaneyê bû sedema kuştina kesekî û birîndarbûna 5 kesên din. Li nava Hewlêrê jî 3 kesên din jî birîndar bûn. Ev jî ji bilî ziyanên madî yên gihîştine çend xanî û cihên bazirganiyê.
Piştî bûyerê, dezgehên Dijterorê, Asayiş û Polîs bi hevkariya hêzên Hevpeymanan dimildest dest bi lêkolînan kirin û cihê otomobîla ku mûşek jê hatin avêtin hat dîtin ku otomobîlek ji cureya “Kia” ye û li ser riya di navbera Hewlêrê û Giwêrê de bû.
Ewê cihê balkêşiyê ye, heman şêwaz û teknîka ku di êrîşa beriya niha ya li dijî Firokxaneya Hewlêrê de hatibû bikaranîn, di êrîşa şevê borî de jî hate dubarekirin
Lêkolîn berdewam in ji bo eşkerekirina ew kesên ku li pişt vê êrîşê ne. Xelkê Hewlêr û Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku hemû kesên destê wan di vê êrîşê de hene û êrîşkerên vê tawanê aşkere û riswa dikin û tên cezakirin.