Serrûpel Nûçe Serok Barzanî: Kesek nikare îradeya gelê Kurdistanê bişkîne

Serok Barzanî: Kesek nikare îradeya gelê Kurdistanê bişkîne

Belav bike

Serok Mesûd Barzanî bi boneya bîranîna 51 salvegera rêkeftina 11ê Aadara 1970an daxuyaniyek belav kir û tekez kir, “bi rêya çek, zebir û zengê nikarin îradeya gelê Kurdistanê bişkînin.”

Di peyama Serok Barzanî de hatiye, “Bi bilindî ve bîranîna 51 saliya rêkeftina Adara 1970 dikin ku berhema xebat û têkoşîna gelê me ya şoreşa mezin a Eylûlê bû. Girîngiya rêkeftina 11ê Adarê di wê yekê da bû ku yekem car bû Hikûmeta Iraqê bi awayeke fermî beşek ji mafên rewayên gelê Kurdistanê pejirand û ew jî hate selmandin desthilatdarên Iraqê bi rêya çek û zebir û zengê ve nikarin îradeya gelê Kurdistanê bişkînin.”

Serok Barzanî dibêje, “Berxwedan û qurbanîdana Pêşmerge û yekrêziya şoreşger û niştimanperweran bi serkirdayetiya Barzaniyê Nemir bû ku Hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir bê ser mêza danustandinê û maf û destkefteke dîrokî ji bo gelê me bê tomar kirin.”

Serok Barzanî behsa wê jî dike, “Her çend e rêkeftina 11ê Adarê di dawiyê de ji aliyê rejîmê ve hate binpêkirin lê belê ew destkeft derbasgehek bû ji bo qonax û hengavên mezintir ên xebata gelê me û pêkanîna destkeft û serkeftinên zêdetir.”

Herwiha di peyama Serok Barzanî de tê tekezkirin, “Di vê bîranîna pîroz de di demekê de ku tekez li ser peyama aştîxwazî û pêkvejiyan û diyaloga gelê Kurdistanê dikin, bi bîra hemû aliyek jî tînîn, înkarkirina mafên gelê Kurdistanê û binpêkirina rêkeftin û bingehên destûrî û yasayiyên di derbarê mafên gelê Kurdistanê bi tu awayekê îradeya gelê me ya ji bo wergirtina mafên wê yên rewa naşkîne.”

Serok Barzanî bibîr dixe, “Gelê Kurdistanê ezmûneke dûr û dirêj ya xebat û hişyarî û kolnedanê heye û gelek bi başî mafên xwe dinase û destberdarê wan nabê.”

Rêkeftina 11ê Adarê

Rêkeftina 11ê Adara 1970an ku îro 51 sal di ser re derbas dibin, di navbera Serkirdeyê Şoreşa Îlonê Mela Mistefa Barzanî û hikûmeta wê demê ya Iraqê de hatibû îmzekirin ku bi vê rêkeftinê hikûmeta Iraqê cara yekem îtîraf bi mafên gelê Kurd kir.

Li gor rêkeftina 11ê Adarê, biryar bû heta sala 1977, bi rêya serjimariya giştî navçeyeke otonomî bo gelê Kurd bê diyarkirin bi wî mercê ku Kurd beşdarî hikûmeta Iraqê bibin.

Lêbelê hikûmeta Iraqê daxwaza dayîna pişka petrola wî bajarî bo gelê Kurd ji aliyê Mela Mistefa Barzanî wek daxwazeke bi ragihandina şer binav kir û sala 1974 bi yek alî biryara otonomiyê bo gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê da bêyî ku Kerkûk û qezayên Xaneqîn û Şingal di wê navçeya otonomî de cih bigirin.

Herwiha hikûmeta Iraqê li ser planên xwe yên li dijî gelê Kurd berdewam bû û sala 1975 rêkeftina Cezayîrê li gel Şahê Îranê îmze kir ku li gor wê rêkeftinê, Bexda razî bû careke din sînorê di navbera Iraq û Îranê de destkarî tê de bê kirin, bi wî mercê ku Tehran êdî piştgiriya Şoreşa Kurdan a li Iraqê neke û bi vî awayî rêkeftina 11ê Adarê bi dawî hat.

(Rûdaw)