Rojnamevan û spîkerê Radyoya Êrîvanê Keremê Seyad roja şemiyê 27.03.2021 li paytexta Ermenistanê li Êrîvanê (Rewanê) di 82 saliya xwe de wefat kir. Ewê roja sêşemê li gundê Hakko li Talînê were veşartin.
Kerem kedkarekî radyoyê bû, ew hem bêjer hem jî berpirsê wê bû, wî û kur û keça xwe Tîtal Kerem û Leyla Kerem têde kar dikirin.
Keremê Seyad di sala 1938 de li gundê Hakko yê Talînê ji dayîk bûbû û li Êrîvanê zanîngeh xwendibû. Keremê Seyad di sala 1960’an de di Radyoya Kurdî ya Êrîvanê de dest bi xebatê kir û piştre jî bû dîrektorê radyoyê.
Bila serê malbata wî sax be.