Serrûpel Nûçe Misirê danûstandinên xwe bi Tirkiyê re rawestand û got ew soza xwe...

Misirê danûstandinên xwe bi Tirkiyê re rawestand û got ew soza xwe bi cî nayne

Belav bike

Ev demeke Tirkiyê li helwesta xwe ya li hemberî Misirê poşman bû ye, dixwaze careke din pêwendiyên xwe bi Qahîre re xweş bike, lê Misir xwe giran dike û dibêje heta ku Tirkiyê xwe rast neke pêwendî baş nabin.

Misir dibêje divê Tirkiyê di demeke pir nêzîk de û bi lez çekdarên murtezeq ên Sûriyê ji Lîbya vekişîne.

Her wiha merceke din yê Misirê ewe ku Tirkiyê hemû rawêjkar, bargehên xwe yên leşkerî û hêzên xwe bi temamî ji Lîbya derxîne, divê Tirkiyê yekser û bê şert ji Lîbya derkeve. Ev daxwazên Misrê ne, Tirkiyê jî qebûl kirine. Lê Misir dibêje Tirkiyê soza xwe bi cî nayne.