Serrûpel Nûçe Faşîstekî Tirk li Îzmirê êrîşî avahiya HDP kir û bi sîlehê keçeke...

Faşîstekî Tirk li Îzmirê êrîşî avahiya HDP kir û bi sîlehê keçeke Kurd kuşt

Belav bike

Li Izmirê façîstekî Tirk (Onur Gencer) êrîşî avahiya partiya HDP kir û keçeke Kurd bi navê Deniz Poyraz bi sîlehê kuşt.

Berpirsên HDP dibêjin wan gelek caran ji wezareta navxwe daxwaz kirine ku ew têne tehdîdkirin, parastin xwestibûn, lê ew nehatine parastin.

Onur Gencer ji aliyê polîsan ve hate girtin.

Sîleha ku bi wî re bû ye bi ruxset bû ye.