Dadgeha Lêkolînan li Silêmanî, emrê girtina 2 birayên Lahor Şêx Cengî (Polad Şêx Cengî û Aso Şêx Cengî) û fermandarekî bilind yê asayîşê li Slêmanî, da.
Polad Şêx Cengî, berê serokê dezgeha Antî Terorê bû li Silêmanî.
Aso Şêx Cengî jîm berê nûnerê hikûmeta Kurdistanê bû li Rûsya.
Ew kes têne tewanbarkirin ku gendelî kirine û bi zorê pere ji xelkê standine, li ser giliyê hinek welatiyên ku zerermend in, emrê girtina wan hate derxistin.