Li Duhokê ji mala dewlemendekî Kurd 2 mîlyon û 600 hezar dolar û 4 kîlo zêr hatine dizîn.
Polîsan dest bi lêkolînê kirine.
Guman diçe ser kesekî ku di mala wî de kar kiriye, tê gotin ihtîmaleke mezin heye wî dizî be.
Birayê wî dewlemendê Kurd Tehsîn Baleteyî ji Basnews re got, gumana wan diçe ser xizmetkareke wan ku bi eslê xwe Gurcî ye, di nava malbatê de kar dikir, ew niha wenda bû ye û reviya ye Tirkiyê.