Serrûpel Nûçe Erdogan dixwaze 10 sefîran ji Tirkiyê derxîne û Ewropa dibêje: Tirkiyê dîktator...

Erdogan dixwaze 10 sefîran ji Tirkiyê derxîne û Ewropa dibêje: Tirkiyê dîktator e

Belav bike

Serokê Tirkiyê got wî emir daye wezîrê derve ji bo ku 10 sefîran ji Tirkiyê derxîne, di nava wan de sefîrên Amerîka, Almanya, Frensa û gelek welatên din hene, ev emrê wî bû sedema ku li dijî Erdogan ne razîbûnên mezin çêbibin.

Wan sefîran xwestin ku nivîskar û kesayetiya naskirî ku li Tirkiyê girtiye Osman Kavala bê azadkirin.

Serokê Parlamana Ewropa di Twittekê de got, bi derxistina wan sefîran Tirkiyê diyar dike ku welatekî dîktator e.

Her wiha got, ew natirsin û divê Osman serbest were berdan.

Amerîka jî got, divê wezareta derve ya Tirkiyê li ser derxistina sefîrê wan daxuyaniyekê bide.