Serrûpel Nûçe General Mezlûm: Amerîka û Rûsya ji min re gotin ew rê nadin...

General Mezlûm: Amerîka û Rûsya ji min re gotin ew rê nadin Tirkiyê êrîş bike

Belav bike

Fermandarê giştî yê HSD Mezlûm Kobanî got, Amerîka û Rûsya ji wî re gotine ku ew rê nadin Tirkiyê êrîş bike.

Kobanî di hevpeyvîneke xwe de ligel malpera Monitor ya amerîkî got, Erdogan her demê hewl dide ji bo êrîşê piştgiriyê bistîne lê kesek piştgiriya wî nake.
Her wiha got, berî êrîşa Tikriyê li Efrîn û Serê Kanî tu rêkeftin tune bûn, lê niha 2 rêkeftin hene, yek ji wan rêkeftina Erdogan û Putine li Soçî û rêkeftina Tirkiyê û Amerîka ye ku li Enqerê hate îmzekirin, heta ku ew her du welat ok nekin Tirkiyê nikare êrîş bike.
Mezlûm Kobanî dibêje, Amerîka soz û garantî daye wan ku ew tu caran razî nabin ku Tirkiyê êrîş bike.
Fermandarê HSD dibêje Rûsan jî ji wan re gotine wê Tirkiyê êrîş neke, lê dibe ku ew hêz êrîş bikin ku Tirkiyê piştgiriya wan wan, wan xwe amade kiribûn ku roja 05.11. êrîş bikin lê nekirin.
Li ser danûstandinên ligel hikûmeta Sûriyê fermandarê HSD dibêje: Heta niha kesek neçûye Şamê ji bo ku ddanûstandinan bike û heta niha diyalogeke cidî bi Şamê re nehatiye kirin, hinek danûstandin hebûn lê neçûne serî, ji ber ku Çam ne amade ye.
Mezlûm Kobanî got: Şam dibêje em dewletê di nava dewletê de qebûl nakin, û artêşekê di nava artêşekê de qebûl nakin, em jî tiştekî wiha naxwazin, daxwaza me Otonomî ye û em niha wê cî bi cî dikin, Şam ji me dixwaze em pêwendiyên xwe bi Amerîka re qut bikin.