Serrûpel Nûçe Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Mename beşdarî konferanseke navdewletî bû

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Mename beşdarî konferanseke navdewletî bû

Belav bike

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî paneleke Diyaloga Mename 2021 bû û tekez kir, Herêma Kurdistanê li herêmê, bûye wargeheke aram.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê Heşda Şeibî de ragihand, Heşda Şeibî ne saziyeke yakangîr e, lê belê hemû pêkhateyên di nava Heşdê de, derveyî yasayê nînin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi aramî û ewlehiya li Herêma Kurdistanê kir û tekez kir, Herêma Kurdistanê li herêmê, bûye wargeheke aram û li ser asta herêmê jî dive kar ji bo aramiyê berdewam bikin.

Herwiha got: Li Rojhilata Navîn pêwîstiya me bi peykerbendiyeke nû ya ewlehiyê heye, pêwîst e welatên herêmê Îran jî di nav de, di nava peykerbendiya ewlehiya nû de bin. Got jî: Nebûna dadperwerî û seqamgîriya aboriyê, sedema berdewambûna metirsiyên DAIŞê ne.

Li ser mijara koçkirinê jî, Mesrûr Barzanî eşkere kir ku koçkirin diyardeyeke cîhanî ye û li her derê heye, lê belê torên şareza bi mebesta siyasî, bazirganî bi welatiyên me kir. Bi ti awayî nabe welatî weke çek werin bikaranîn.

Metirsî û bandorên guherîna keş û hewaya dinyayê, beşeke din a panela Mesrûr Barzanî pêk anî û li ser vê mijarê diyar kir: “Guherîna keş û hewayê li Rojhilata Navîn dest pê kiriye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berdewama gotara xwe de bal kişand ser rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê ya çend salên dawî û mijarên darayî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û got: “Di çend salên borî de tenê bi %5ê budceya Iraqê, me projeyên xwe kirine, lê belê pirs ev e, %95ê budceya Iraqê li çi hat xerckirin?”

Li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî Mesrûr Barzanî veneşart ku îdareya Rojava nûnertiya hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê nake û nabe bi navê nûnertiya hemû Kurdan ligel Şamê danûstandinan bike û tekez kir: “Em piştevaniya Diyaloga Kurdî – Kurdî dikin.”

Herwiha tekez kir: “Ji ber destwerdanên PKKê, pêwendiyeke asayî ya Hikûmeta Herêmê ligel Rojavayê Kurdistanê tune.” (K24)