Serrûpel Nûçe Hulusî Akar dibêje Kurdistan tune ye lê…

Hulusî Akar dibêje Kurdistan tune ye lê…

Belav bike

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar got tiştek bi navê Kurdistanê tune ye, ne li Tirkiyê û ne jî li derveyî Tirkiyê, bi her awahî hebûna Kurdistanê înkar kir.

Wezareta Pêşmerge jî bersiveke tund da Akar û got: Her li arçîva Osmaniya binêre ka Kurdistan heye lê tune ye, ev mejiyê înkarkirinê tiştekî bi ser naxe û her demê dibe sedema pirsgirêkan.

Wezareta Pêşmerge her wiha got, Kurdistanê heye, bila Hulusî Akar ji xwe bipirse, wî çend caran serdana Kurdistanê kiriye, eger ew der ne Kurdistan bû lê kuder bû…