Serrûpel Nûçe Gerîlayên PKK fermandarekî artêşa Tirkiyê kuştin û şer berdewam dike

Gerîlayên PKK fermandarekî artêşa Tirkiyê kuştin û şer berdewam dike

Belav bike

Wezareta Bervaniya Tirkiyê ragihand ku leşkerkî din ê welatî di encama êrişa gerîlayên PKKê de hate kuştin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Bervaniya Tirkiyê ve êvara Sêşembê 19ê Nîsana 2022ê hatiye belavkirin, efserekî piyade yê Artêşa Tirkiyê li nav axa  Herêma Kurdistanê, di operasyonekê de hatiye kuştin.

Kesê hatî kuştin navê wî Omer Delibaş.

Artêşa Tirkiyê roja duşembê 18ê Nîsana 2022ê  li sînorê qeza Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê û li deverên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyanê bi hinceta hebûna PKK dest bi operasyoneke berfereh kiriye.

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKê ye, roja Duşembê ragihand ku gerilayên wan  li navçeyên Zap û Avaşîn yên  Başûrê Kurdistanê 28 leşkerên Tirkiyê kuştine û 9 leşker jî birîndar bûne. HPG herwiha dibêje ku wan derb li 2 helîkopterên Artêşa Tirkiyê jî dane. Ajans – Rûdaw