Serrûpel Nûçe Putin emir kir: Dorpêça li ser kargeha Maryopol tund bikin û derbasî...

Putin emir kir: Dorpêça li ser kargeha Maryopol tund bikin û derbasî hundir nebin nehêlin kelmêşek jî derbas bibe

Belav bike

Serokê Rusya Vladimir Putin îro ragihand ku bajarê Maryopol bi temamî hate kontrol kir û emir da ku derbasî nava kergeha wê ya hesin Ozvîstal nebin tenê bi tundî dorpêç bikin.

Çekdarên Ukranî xwe di wê kargehê de bi cî kirine û têde şer dikin, lê îro êdî rewşa wan xerab bû. Nêzîk 2000 çekdar têde dimînin.

لماذا منع بوتين القوات الروسية من اقتحام مصنع

Putin ji wezîrê berevaniyê Şiwêgo re got: Ez bawer dikim pêwîst nake hûn derbasî nava kargehê bibin lê dorpêçê tund bikin, rê nedin kelmêşek jî derbas bibe.

Putin bang li çekdarên Ukranî jî kir ku teslîm bibin, kesên ku teslîm bibin ewê rêzê li wan bigirin.

Kargeha Ozvîstal ya hesin, di sala 1930 de hatiye avakirin, weke kelehekê ye, 12 km fereh e, li ser bendera Azov e, bender jî gelekî mezin e, 10 km kûr e, di bin wê kargehê de, gelek şebekeyên tunelan hene.