Serrûpel Nûçe Swêdî wêneyên şervanên YPG-YPJ belav dikin û dibêjin ew guh nadin Tirkiyê

Swêdî wêneyên şervanên YPG-YPJ belav dikin û dibêjin ew guh nadin Tirkiyê

Belav bike

Tirkiyê dibêje Swêd û Finlanda piştgiriya YPG dikin, ji ber wê yekê ew li dijî endametiya wan ji bo NATO derdikevin.

Li Swêd û Finlanda jî kesayetî û medyaya wan welatan wêneyên şervanên YPG û YPJ belav kirin û gotin ew bi wan şervanan serbilindin ji ber ku wan şerê DAIŞ kirin û li Kobanî û Reqa ew tunekirin.

Jonas Sjöstedt, serokê Partiya Çep ya Swêdî li ser hesabê xwe yê Twitterê ev post belav kir.