Sekreterê giştî yê NATO Jens Stoltenberg got, ihtîmaleke mezin heye ku Ukranya ji bo aştî pêk were beşekî ji axa xwe ji Rusya re berde.
Her wiha got, aştî çêdibe lê divê Ukranya biryarê bide û fedekariyê bike, ev jî ne pirseke rihet e.
Stoltenberg dubare kir û got wê NATO piştgiriya xwe ji Kiyêvê re berdewam bike ji bo ku xwe biparêze, lê divê Ukranya li wê yekê bifikire ku şer her demê nabe dirêj bibe.