Yekîtiya Ragihandina Azad ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye avakirin, daxuyaniyek li ser revandina rojnamevan Barzan Ferman belav kir.
Yekîtiya Ragihandina Azad di daxuyaniya xwe de dibêje, roja 2 vê mehê nîvro Barzan Ferman li Qamişlo ji aliyê 3 kesan ve hate revandin, rûyê wan girtîbû û yek ji wan çekdar bû, ew revandin û birin cihekî nenas heta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.
Di daxuyaniyê de hatiye ku ew ji destpêka bûyerê ve ligel asayşê rewşê dişopînin û ji aliyên pêwendîdar dixwazin lêkolînê li ser revandina wî bikin û dixwazin çarenivîsa rojnamevanê Kurd were eşkerekirin.
Yekîtiya Ragihandina Azad dibêje ew ji çarenivîsa Barzan Ferman bi tirs in.