Serrûpel Nûçe Polîsên Îranê keçeke Kurd ji ber ku porê wê hinekî li derve...

Polîsên Îranê keçeke Kurd ji ber ku porê wê hinekî li derve bû bi îşkencê kuştin

Belav bike

Jîna Emînî, keçeke Kurd bû, 22 salî bû, li Tehranê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin û piştre ji ber ku êşkence lê hatibû kirin, ji bo nexweşxaneyê hatibû rakirin, piştî 3 rojan ku ji ber îşkencê di komayê de mabû roja 16.09.2022 jiyana xwe ji dest da.

“Jîna Emînî” ku li Îranê bi navê “Mehsa Emînî” hatiye naskirin, xelkê navçeya Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê bû, bi serdan çûbû Tehranê.

Ji ber ku porê wê hinekî li derve bû hatibû girtin.