Amerîka pêşniyarek ji bo Tirkiyê pêşkêş kir ji bo ku dest bi operasyoneke nejayî neke, pêşniyara Amerîka ji bo Tirkiyê ewe ku HSD 30 km. dûrî sînor bike, beramberî wê jî Tirkiyê êrîş neke.
Nivîskarê nêzîkî hikûmeta Tirkiyê Abdulkadir Seilvi ji rojnameya Hurriyet re got, balyozê Amerîka li Enqerê ev pêşniyara Amerîka daye wezîrê berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar.