Serrûpel Nûçe Çûna Rojava bû Online – vîdyo

Çûna Rojava bû Online – vîdyo

Belav bike

Çûna her kesî ji Herêma Kurdistanê yan her cihekî din di deriyê Pêşabûrê re ji bo Rojavayê Kurdistanê dibe online, her kesek bixwaze biçe Rojavayê Kurdistanê divê bi rêya wê lînkê navê xwe tomar bike û li hêviya bersivê bimîne.

www.peshabour.krd

Rêveberê Deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî ji Rûdawê re got, zêdetirî salekê ye kesên ku ji Rojavayê Kurdistanê seredana Herêma Kurdistanê dikirin bi rêya wê lînkê derbas dibûn, niha jî wan biryar daye kesê ji Herêma Kurdistanê seredana rojavayê Kurdistanê bikin bi online be.

Şewket Berbuharî got, kesê navê xwe bi rêya wê lînkê tomar bike, bi rêya wê Emaile ku navê xwe tomar kiriye, wê bersiva wî bê dayîn.

Deriyê Pêşabûr- Sêmalka deriyê serekî yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye, ji bilî hatin û çûna welatiyan û şandên navxweyî û biyanî, ji bo karê mirovî û bazirganî jî tê bikaranîn.