Serrûpel Nûçe Çerkezê Reş: Ez bilind firîm û nizim ketim

Çerkezê Reş: Ez bilind firîm û nizim ketim

Belav bike

Prîskê Mihoyî nivîsand:

Çerkezê Reş: Ez bilind firîm û nizim ketim

Ez bilind firîm û nimiz ketim
Keçikno, şîna min bikin îşev
Ji şewqê temiz roj-roj diqetim
Bêrîya xezalan li min bû xezev

Di vê çarxeta xwe da tê bêjî helbestvan, wergêrvan, rexnevan, rewşenbîrê xeyê bîr û

bawerîyên bi durr û lal, doktorê wêjezanîyê Çerkezê Reş dixweze encama jîyannîgarî, kar û barên xwe tomar bike. Lê na, ew mînanî teyrê sîmir li teveka esmanê wejeya kurdî hetanî dawîya jîyana xwe kubar-kubar perwaz da û firî…

Piştî dibistana navîn sala 1975-an ez li Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê hatme hildanê. Hema payîza wê salê jî min Çerkezê Reş nas kir. Wê demê Çerkez li kûrsa 3-a ya Înîstîtûta Yêrêvanêye dewletêye dersdaramedekirinê ya li ser navê ronakbirê ermenîya Xaçatûr Abovyan dixwend. Gava rasthatin, civînên xwendekarên me li ser pirsên cihê-cihê pêk dihatin, Çerkez herdem amade dibû û timê deng dikir. Wî çaxî ew êdî di nav xwendekar û rewşenbîrên me da naskirî bû.

Mixabin, li ser jîyannîgarîya Çerkezê Reş îro gelek agahdarîyên dijî hev û şaş derdikevine meydanê. Ew jî ji wê yekê tê, ku gelek mirov, gava behsa Çerkezê Reş dikin, torên civakî dişopînin, agahdarîyan ber digrin û belav dikin. Ji bo minak: di Wîkapîdîayê da nivîsare, ku Çerkezê Reş sala 1970-î yanê di 15-salîya xwe da li

înîstîtûtê hatye hildanê. Lê bi rastî ew sala 1973-a yanê 18-salîya xwe da ketîye îdara xwendinêye bilind. Û şaşîyên awa gelekin.

Wek tê zanin, Çerkezê Reş 25-ê tebaxê sala 1955-an li bajarê Ermenîstanêyî Êçmîadzînê di mala Qaza Qaso û Tadaşê Qero da ji dayîkê bûye. Ew nuxurîyê dê ûbavê xwe ye. Du wî ra 8 xûşk û birayên wî jî hatine vê dinya ronik. Çerkez terbîyet-torê xwe di malê da, li ber destê dê û bavê xwe hildaye. Gerekê bê gotinê, wekî malbeta wana ji êla êzîdîyaye Şerqyan ne, di nava civaka meye Ermenîstanê da malbeteke eşîr û naskirî ye. Wê malbetê ra dibêjin malbeta Nadê Hedê.

Çerkez 7-salîya xwe da diçe dibistanê û hema di pola (dersxana) 1-ê da mêla wîye ber bi xwendinê baş dîhar dibe. Ew di dibistanê da wek şagirtekî zîrek, xudanê zên û xebathizya mezin tê naskirinê. Ew her tenê bi qîmetê herî bilind hîn dibe. Hemû dersdar wî hiz dikin, bi wî va firnax dibin.

Sala 1972-a Çerkez dibistana bajarê Êçmîadzînêye hejmara 1-ê bi qîmetê here baş va xilas dike. Tiştekî gelekî balkêşe, ku eva dibistana 150 sal berê xwendinxane – sêmînarîya Gyêvorgyan bûye, li ku Ûsiv Begê di dema xwe da tevî kompozîtorê ermenîyayî dinênasikirî – Komîtas xwendîye. Xwendinxane-sêmînarîya Gyêvorgyan sala 1874-an bi qirar-biryara katoxîkosê temamîya ermenîya Gyêvorg G hatîye damezirandinê. Çerkez dinvîse, wekî avayê vê xwendinxanê, dersxanên wê qet nehatine veçêkirinê-guhastinê, dewranekê berê çawa hebûne, usa jî mane. Xasma pirtûkxana dibistanêye mezin û dewlemend. Rê-rizmên dersdayînê jî mînanî berê hetanî îro hatine parastinê…

Salekê şûnda yanê sala 1973-a Çerkez întamên xwe bi qîmetên here bilind dide û li Înstîtûta Yêrêvanêye dewletêye amadekirina dersdaran ya ser navê ronakbirê ermenîya Xaçatûr Abovyan, li fakûltêta ziman û wêjeya (lîtêratûra) ermenîya tê qebûlkirinê. Di xwendin-perwerda dema Sovêtê da, çi xwendina seretayî û navîn, çi xwendina bilind sîstêma qîmetikirina zanebûnên şagirt û xwendekaran ya 5 balê bû. Çerkez dibistan bi 5-an xilaz kiribû û her çar întamên xwe li înstîtûtê jî bi 5-an dabû. Profêsor Hecîyê Cindî bîr tîne, wekî wê salê Çerkez ku întamên xwe dida, profêsorekî vê înstîtûtê yê ermenî di kolanê da rastî wî tê û dibêje apê Hecî, ku xortekî we bi qîmetê here bilind hatye hildanê. Apê Hecî pirs dike, ku navê wî xortî çîye, ew bersivê dide: Çerkez Mistoyan. 5 sala şûnda Hecîyê Cindî dibe serokê têza Çerkezê Reş ya doktorîyê.

Helbestên Çerkeze pêşin kengê û li ku hatine çapkirinê?

Sala 1968-a (wê demê ew di pola 7-a da hîn dibû) du helbestên wî bi zimanê ermenî bi navê «Êvar» û «Baran» li rojnama navçeya Êçmîadzînê ya «Komûnîzmî ûxîyov» («Bi rîya komûnîzmê»), dû ra hinek helbestên wîye dinê li rojnama komarêye genca ya «Pîyênêr kanç» («Banga pîyonêr») bi îmza Çerkez Mistoyan çap dibin. Lê di destpêka sala 1969-an da helbesta wîye pêşin bi zimanê dê ya bi navê «Zivistan» di rojnama «Rya teze» da bi îmza Çerkezê Misto dertê. Paşê ewî navê xweyî wêjeyî danî Çerkezê Reş. Çima? Bi texmîna min, ev bû sebeb: porê Çerkez reş bû, dêmê wî qimer. Lê ew di helbesta xweye bi navê «Ankêta» da tam bersiva vê pirsê dide, ya ku di pirtûka wîye «Şorişa xebera» da çap bûye. Çarxeta pêşin da ew dinvîse:

Navê min? Kî me? – Kerem kin – Çerkez, Sîyarkirî li Reş – min xweş tê ew bor!
(Him jî ji rengê xwe narevim ez,
Çerm xwe ne kince – biguhêzim bi dor)!

Wek me got, Çerkez sala 1973-a li Înstîtûta Yêrêvanêye amadekirina dersdaraye dewletê ya ser navê ronakbirê ermenîya Xaçatûr Abovyan, li fakûltêta ziman û wêjeya ermenîya tê hildanê. Ew 3 salan (ji kûrsa 2-a da) bona xwendina zef baş (yanê tenê bi qîmetê 5-a hîn dibe) malîşa ser navê Lênîn, mehê 100 rûbla distîne. Û sala 1977-a Çerkez vê înstîtûtê bi dîploma dereca 1-ê yanê ya sor li ser hevda tîne. Wê şûnda du salan ew di weşanxana vê înstîtûtê wek berpirsyar kar dike, gelek pirtûkên ermenî yên

wêjeyî û dersan serrast dike. Gotar û helbestên wî di rojnamên ermenî û «Rya Teze» da dertên, bi radyoya xeberdanên kurdî diweşin. Paşê ew xwendina xwe di aspîrantûra vê înstîtûtê da 3 salan dûmayî dike û sala 1980-î temam dike, têza xwe ya doktorîyê bi

serkvanîya Hecîyê Cindî sala 1984-an amade dike û diparêze, navê doktorê wêjezanîyê qazanc dike. Mijara têza wî ev bû: «Nîşandayîna jîyana gelê kurd di nava wêjeya ermenîya da».

Sala 1980-î pirtûka Çerkeze Reşe zanîstîyêye pêşin bi sernivîsa «Veçêkirina zargotina kurdî di nava wêjeya eremenîyaye Sovêtîyê da» li Yêrêvanê bi ermenî çap bû.

Dî vî warî da ewî nimûnên zargotina meye balkêş anî meydanê û bi zanîstî şiro û azrû kir.

Berevoka helbestê wîye yekemîn ya bi navê «Dupa eşqê qîza şivîn» sala 1983-a li Yêrêvanê di cilda «Bahara teze» ya 2-a da derketîye. Di wan helbestan da kela cahaltîyê û evîntîyê tê ber çavan. Lewra ewî navê wê berevoka biçûk usa danîye. Lê belê, helbestên vê berevokê bêtir li ser jîyana li zozana, bîhin û buxsa teybeta çîyane, bi gilîkî, hilgêr-dagêrê ra girêdayîne. Malbeta Çerkez hersal baharê diçûne zozanê çîyayê Axmixanê.

Ez hiz dikim, çaxê hêdî
Safî dibe berbanga çîya,
Û Tîrênja tava cindî
Tarîyê dajo berbi qulça…

Di helbesta «Qîza şivîn» şayîr kilama wê ra dibe her û hijmekar:

Hela şebeqê kilama wê ez
Dibhêm, ku bayê berbangêyî nerm,
Ji berpala xas direvîne lez
Û bela dike sewta wêye germ…

Berevoka Çerkezê Reşe ya bi navê «Şorişa xebera» sala 1986-a çap bû. Bi rastî jî ev berevok wek şorişekê keta nava wêjeya meye dewra Sovêtê.

Ji bo çi helbestvan navê pirtûka xwe danîye «Şorişa xebera»? Şik tune, ku xeber – peyvên xudanê pirtûkê dibine xet-hevokên kurfikir û felsefî, rastî-nerastîya jîyanêva perwerdekirî, bi kul û derdê gelê wîva dagirtî, bi hêvîya serbestî û azadîya welatê kal û bavê wî va xemilî. Lewra xeber-peyv dibine fikir-raman, fikir-raman jî şorişê dadixin…

Çerkez ev pirtûka xwe dîyarî xudanê van xeta kirye. Li ser rûpêla 2-a bi destxeta

xwe awa nivîsye: «Hevalê minî hizkirî, cahilê xweyê meremê milethizîyêye temiz

Prîskê Mihoyî ra – bi xwestinêd here qence baş. 19.07.1986. Çerkezê Reş».

Di vê berevokê da bêtir helbestên lîrîkî-felsefî ne, her xeteke helbestvan da ruhê

jîyanê, bedewîya jîyanê û rastî-nerastîya jîyanê têne ber çavan. Xasma cêrga beytên wî

gelekî bi felsefîne.

Ber min vebûya demeke edil!–

Wede mezîlê kuda hol dike?

–Dayê, hespê nêr sim daye ser dil,

Dayê, hespê nêr dil pêkol dike!!!

25 salên dawîya jîyana xweye Çerkezê Reş her tenê berçavkên reş dida ber çavên

xwe. Tenê nas, heval û hogirên wî dizanibûn ji bo çi helbestvan wan berçavkan li ber

çavên xwe dernaxe. Dixwezim destûrê bidme xwe û piştî 40 salan ewê surê li ber

xwendevanan eşkere-dîhar bikim. Dêmek, di destpêka gulana sala 1983-a Çerkez mîna

hercar ji Yêrêvanê diçe gundê Zvartnosê mala bavê xwe. Ew gund nêzîkî Yêrêvanê ye û

dikeve nava navçeya Êçmîadzînê. Wê rojê ew li odeke malê li ser textê ber pencarê

paldayî pirtûkê dixwîne. Derva hewa xweş bûye. Roj nava rojê nişkêva bobelîsk radibe

û pencerê dixe, qanetekî wê dişkêne û li ser çavê Çerkez da tîne xarê. Şûşa pencerê

dişkê, hûr-hûrî dibe, telaşekî biçûk dipeke û ronaya çavê Çerkezî rastê dikeve û…

Bînaya çavê wî zede digre. Çend caran çavê wî amelet dikin, lê bê feyda…

Di helbesta xwe ya «Bona min» da, ya ku di pirtûka «Şorişa xebera» da derketye,

şayîr awa dinvîse:

Êvar xuşe-xuşe, –

Şûşe, şûşe, şûşe…

Çem ber guşe-guşe, –

Şûşe, şûşe, şûşe…

Huba ezîm geşe, –

Şûşe, şûşe, şûşe…

Dewran şikir xweşe, –

Şûşe, şûşe, şûşe…

Pencere diheje, –

Şûşe, şûşe, şûşe…

Ba ça digirije, –

Şûşe, şûşe, şûşe…

Fikrek şik-xuşûşe, –

Şûşe, şûşe, şûşe…

Çavek qûje-qûje, –

Şûşe, şûşe, şûşe…

Di destpêka salê 1980-î da Çerkezê Reş derbazî li ser karê dersbêjîyê dibe. Ew

hetanî sala 1984-a li fîlyala bajarê Gorîsê ya Înstîtûta Yêrêvanêye dewletêye

dersdaramadekirinê wek dersbêj dixebite. Wan salan û salên du ra ew li îdarên

Ermenîstanêye xwendina bilinde cihê-cihê dersên «Wêjeya ermenîya», «Lewzê zimanê

ermenî», «Wêjeya Rojhilatê», «Dîroka wêjeyê», «Dîroka dersbêjîyê» û yên mayîn dide.

Salên 1990-1992-a li Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye «Davîd Anhaxt» tevî çend kurdzanên

me bingeha beşê kurdzanîyê datîne û berpirsyarîyê wî beşî dike. Ew, akadêmîserê

Akadêmya Ermenîstanêye zanîstîyê, doktorê dîrokzanîyê, profêsor Şekroyê Mihoyî,

doktorê dîrokzanîyê, profêsor Şerefê Eşir, doktorê wêjezanîyê, profêsor Maksîmê

Xemo, doktorê dîrokzanîyê Celîlê Celîl, doktora hunerzanîyê Nûra Cewarî û doktorê

wêjezanîyê Grîgor Arakêlyan dersan didine xwendekarên me.

Paşê Çerkezê Reş 24 xwendekaran hildide, dibe Moskvayê û li Ûnîvêrsîtêta

dewletêye dostanîya gelan da dide hildanê, bi xwe jî dersê ziman û wêjeya kurdî dide

wana.

Gava Çerkezê Reş li Moskvayê bû, ew salên 1993-1997 bûn, ewî xebata

dersbêjîyêra tevayî usan jî berpirsyarî kovara «Kurdistan-raport» dikir. Kovar bi rûsî

derdiket. Herwa ji sala 1996-an da Çerkez bû berpirsyarê rojnamên «Sîncar», «Botan»,

du ra kovara «Welatê rojê», paşê navê wê bû «Mêsopotamya». Ev rojname û kovar bi

ermenî û kurdî li Yêrêvanê derdiketin. Ji sala 1997-an da Çerkezê Reş (weke 10 salan) li

Yêrêvanê bû serokê komela bi navê «Kurdistan komîtê»…

Xeysetê Çerkez di gotebêj û huceta da gelîkî berk û sert bû, lê di şaya û kêfa da

mirovekî pirr eşq û şa bû. Kilama wîye hizkirî strana Şeroyê Biro ya «Xozan Daxê» bû.

Bi xwe jî ewî ev kilam caranan distra…

Dema wîye aza tune bû: ew herdem, wek dibêjin, di nava hejê û meşê da bû.

Kîderê li ser pirsên netewî rasthatin û civîn pêk bihatana, Çerkez li wir bû. Kê hîvî wî

bikra, ku li ser pirsekê alîkarîyê bide wî, na-nakirina wî tunebû. Berhemên helbestvan û

nivîskarên me berî çapbûyînê dixwend, rexne dikir, serrast dikir, pêşxeberên wana

dinvîsî, tevî zanyar û rewşenbîrên kurd û ermenî dikete huceta kûr. Hinek caran, ew

hucet dighîştine dereca here tund…

Çerkezê Reş bawer bikî tevî hemû rewşenbîrên me hevaltî dikir. Lê hevalên wîye

here nêzîk ev kes bûn: doktorê dîrokzanîyê Memoyê Xalit, doktorê wêjezanîyê, profêsor

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, nivîskar, rojanevan Babayê Keleş û yên mayîn.

Babayê Keleş helbesteke xwe pêşkêşî bîranîna Çerkezê Reş kirye. Di çarxeteke wê

helbestê da ew dibêje:

Ya Rebî, – divêm, te ku Çerkez bir,

Evê kirna xwe, ne bûyî poşman?..

–Ez poşman nînim, –

Xwedê gote min, –

Min Çerkez anîye,

Kirye katibê xwe…

Lê Fêrîkê Ûsiv sala 1986-a di zêndîtya Çerekezê Reş da ev helbest dîyarî wî kirye:

Em betbextin – pêda, pismam,

Ji ber dawa dêda, pismam.

Merîyê heqmaq tenê kare

Bêje, wekî bexteware…

Em betbextin… Ferezî bext

Dixapîne bende herwext –

Her yekî bi emelekî:

Betbextîya xwe bîrkin belkî…

Lê ne kemal, ne hub, havîn,

Ne «quretîya malxiravî»

Min dernaxin ji nav van

Derd û êşê qîr û qetran.

Û dernaxe te jî, pismam,

Krîtîka teye beter

Ji wî halê qijkê qertel…

Pirtûka zanîstîyê ya bi navê «Rol û kemala rastîya êzîdîyatîyê li Kurdistanê» bi

ermenî li Yêrêvanê sala 2002-a ronayî dît. Eva pirûka berevoka gotarên li ser ola

êzîdîyan ji hêla rêdaksyona rojnama «Mêsopotamyaê» va ji bo çapê hatîye amadekirinê

û Çerkezê Reş jî wek berpirsyarê wergêrê îmze kirye. Lê em bi heqî dikarin bêjin, ku

payê vê pirtûkêyî pirê (xêncî çend hevpeyvînan û gotaran) Çerkez bi xwe nivîsye.

Lewzê wî gelekî baş tê ber çavan. Di navnîşa berhemên xwe da ewî nivîsye, ku xudanê

vê pirtûkê ewe. Gotarên wîye li ser êzîdyatîyê li dawîya sala 1989-a û destpêka sala

1990-î di rojnama «Rya teze» û rojnamên ermenî da çap bûne.

Bi sedan helbestên wî li cildên 1-10 yên «Bahara teze» da derketine. Hinek cilde

ewî tevî Karlênê Çaçanî, Mîkayêlê Reşîd û Eskerê Boyîk berpirsyarî kirye.

Bi sedan gotar, lêkolîn û wergêrên wî di kovar û rojnamên kurdî û ermenî da çap

bûne.

Wergêra Çerkezê Reşe giranbaha ya «Mem û Zîna» Ahmedê Xanî sala 2009-a (piştî

mirna wî) li Yêrêvanê ronayî dît.

Li ser vê wergera Çerkezê Reş em çi dixwezim bêjim?

Ger Çerkezê Reş qet tiştek jî nenivîsî bûya, eva wergêra wîye «Mem û Zîna»

Ahmedê Xanî bi ermenî bes bû, wekî navê Çerkez heta-hetayê di nava dîroka wêjeya

kurdî da bihata nivîsarê. Wergêr 7 hezar xete. Wergêra Çerkez gelekî zore, ew sertaceke

nimûnên efrandarîyê ye. Bi vê wergêrê va Çerkez rewş, xemil û perwazeke nû daye

«Mem û Zîna» Ahmedê Xanî. Ewî zanebûnên xweye bêqusûr yên zimanê ermenî tam bi

kar anîye, ne ku tenê zimanê ermenîyî dewra îroyîne wêjeyî, lê usan jî zimanê ermenîyî

kevnar – «Grabar», ku bi nivîsar ji sedsala 5-a tê.

Berî mirna xwe Çerkez destxeta wergêrê dide hevaleke xwe kar û bar – Gohar

Amîrbêkyanê, ku ew ji bo çapê amade bike. Sed mixabin, Çerkez ev pitûk di zêndîtya

xwe da nedît. 20-ê adara sala 2008-a di mala bavê wî da nişkêva dilkê wî sekinî…

Sala 2009-a ev wergêra «Mem û Zîn» bi temba dewleta Ermenîstanê ronayî dît, ji

ber ku wergêr sertaceke poyêzîya hemdinyayê ye…

Berhemên Çerkezê Reşe neçapbûyî evin:

1. Têza doktorîyê ya dereca 2-a – «Janra çarxetê di nava wêjeya ermenîya da» (bi

ermenî);

2. «Berbi lêgerînên êstêtîkîyêye (bedewêye) teze» (lêkolîn bi kurdî);

3. «Goveka dîroka wêjeya kurdî» (lêkolîn bi kurdî);

4. «Çavkanîyên ermenîyan li ser kurd û Kurdistanê» (lêkolîn bi kurdî);

5. «Wejeya kurdî ya ji bo zarokan» (lêkolîn bi kurdî);

6. Kêlmên li konfêransên navnetewî yên li ser pevgirêdanên ermenîya û kurdaye

wêjezanîyê (Bryûksêl, Moskva, Amed, Hewlêr,– bi zimanê kurdî û rûsî);

7. Bi sedan gotarên li ser pirsên başqe-başqe;

8. Pirtûka «Ji keşkûla kurdî» (lêkolîn bi ermenî).

Divê em mîrata Çerkezê Reşe zanîstîyê, wêjeyî û rojnamegerîyê xwedî derkevin.

Çapxane, karsaz-sponsorên xudanşuret bibînin, hemû berhemên wîye çapbûyî û yên

çapnebûyî bi çend cildan va biweşînin. Eva mîrata giranbaha wê bibe milkê gelê me û

heykelekî geş ji bo bîranîna Çerkezê Reş.

Prîskê Mihoyî,

rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya).

Îjêvsk, 20-ê tebaxê sala 2023-a.

P.S. Destûra bergirtin û şopandina vê gotarê heye. Lê divê çavkanî û navê xudan neyêne bîrkirinê.