Serrûpel Nûçe Xortekî ji Kobanî ji ber ku PYD rexne kiriye hatiye girtin û...

Xortekî ji Kobanî ji ber ku PYD rexne kiriye hatiye girtin û îşkencekirin (foto)

Belav bike

Xortek li Kobanî hatiye îşkencekirin û partiyên siyasî dibêjin ji ber ku wî Rêveberiya Xweser rexne kiribû xortên PYD ew girtine giran lêxistine û îşkence kirine.

Kesê hatiye îşkencekirin navê wî Rêber Hec Hisên e, ji gundê Helincê yê Kobanî ye, bi wî re 2 kesên din hatine girtin: Midris Hemo û Mendî Mehmûd Xelîl.

Kesên ku ew îşkence kirine hîn nehatine girtin.

Hem PYD hem jî Rêveberiya Xweser ji wan tê xwestin ku kesên bi navê wan ev karê xerab kirine werin girtin û muhasebekirin.