Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî Daişê ku Amerîka serpereştiya wê dike, li dijê êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê derket û jê xwest ku êrîşên xwe rawestîne.
Di daxuyaniyê de hatiye ku, ew li hemberî her êrîşekê ne ku aramî û istîqrara herêmê bixe metirsiyê û qebûl nakin ku hêzên wan û hêzên hevpeymanên wan û xelkê sivîl li herêmê bikevin xeterê.