Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrîşên ku diçine ser Kurdistanê peyamek belav kir.
Barzanî di wê peyama xwe de dibêje, “Ew êrîşên cuda yên li dijî Herêma Kurdistanê tên kirin tevgerên dijmin û neyar û xaînanin ji bo nehîştina statuya Herêma Kurdistanê, ew wiha difikirin ku bi wan êrîşên berdewam wê Kurdistanê pûç bikin, lê nikarin…”
Mesrûr Barzanî dibêje: “Em ji welatên dost jî dixwazin, ku tedbîrên cidî bistînin û alîkariya meydanî ji me re pêşkêş bikin, ji bo ku ewlehiya xelkê me û ewlehiya aborî û seqamgiriya siyasî li Kurdistanê parastî bin”.