Serrûpel Nûçe Berhemanîna Rûdawê di çi astê de ye?

Berhemanîna Rûdawê di çi astê de ye?

Belav bike

Rêbaz Elî

Serê sibeheke zû ya meha adarê bû. Tîrêjên rojê hêdî hêdî derdiketin. Tîma programa Guftûgoya Balonê li deşta Şarezûrê li cihê wênegirtinê bû. Kameraman lensên kamerayên xwe saz dikirin û derhêner rênîşanderiyên xwe yên dawî dida wan. Enerjiya stafê serê wê sibehê jî pir xurt bû.

Pêşkêşvanê karîzmatîk ê Rûdawê Renc Sengawî xwe amade kiribû ku guftûgoyeke germ bi kesayeteke girîng re bike. Tîmê dizanîbû ku ev xelek dê bibe karekî pir taybet. Bala her kesî li ser karê wî bû, wan dixwest hemû dîmenên bernameyê bi şêweyê herî baş wergirin. Ev hest û enerjî bû ku hevpeyvîneke asayî veguherand bernameyeke xurt û nejibîrkirî.

Ev dilsoziya kar motîvasyona sereke ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye, sedema bidestxistina wê hemû rêzgirtinê jî ev dilsozî bi xwe ye.

Yek ji biserketinên me yên herî cihê serbilindiyê birina xelata navdar a Webbyê bû ku belgefîlma me ya bi navê Korowaiyê stand. Xelata Webbyê wekî “şanaziya bilind a înternetê” tê zanîn, çîrokbêjiya çêtirîn di medyayê de nîşan dide.

Belgefîlma Korowaiyê çîroka eşîra Korowaiyan a li daristanên Papuayê vedibêje. Bidestxistina vê xelatê şiyana tîmên me ya berhemanîna çîrokên balkêş li ser asta cîhanê nîşan dide. Rûdawê îsbat kir ku sînor tenê xeyal in.

Destkefteke din a berhemanîna Rûdawê, programa Guftûgoya Balonê di meha Remezanê ya sala 2024an de bû. Vê bernameyê bala bîneran bi awayekî berfireh kişand û û xelata Heyva Zêrîn wergirt. Guftûgoya Balonê îsbat kir ku Rûdaw bi kelemên berhemanîna televizyonê re rû bi rû dibe û zora wan dibe.

Dîsa di meha Remezanê de me sînorên medyaya ‘kevneşop’ derbas kirin. Medyaya dîjîtal a Rûdawê tenê di du hefteyên destpêkê yên wê mehê de zêdetirî 100 milyon temaşevanên bername û berhemên wê hebûn.

Ev jî belgeyeke zelal a şiyan û bandora berdewam a Rûdawê ye li ser platformên dîjîtal. Şiyana Rûdawê nîşan dide ku me karîbû bigihin bînerên cihê û cîhanî bi sûdwergirtina ji teknolojiyayê seba gihandina çîrokên me bi awayekî dorfireh. Zêdebûna berdewam a hejmara bînerên medyaya dîjîtal a Rûdawê nîşaneke zelal a şiyana Rûdawê ya xweguncandin û fikirîna pêşwext di nav cîhana medyayê de ye ku her gav diguhere.

Xelat û destkeft dilsozî û keda bêwestan a hemû karmendên me nîşan didin, ji produser û pêşkêşkaran bigire heta kameramanên me yên dilsoz û xwedîşiyan ku dîmenên balkêş digirin, edîtorên bêwestan ku dîmen û wêneyan bi awayên balkêş berhev dikin, heya derhênerên me yên bitecrube ku bi vîzyona xwe ya hunerî ya bilind rêberiya kar û berhemên meydanî dikin.

Her endamekî Rûdawê di bidestxistina serkeftinên me de bi rolekê rabûye. Bidestxistina xelatên Webby, Heyva Zêrîn û temaşevanên herî zêde ne tenê destkeft in, li şûnê vê rastiyê jî nîşan didin ku karmendên Rûdawê ji bo bidestxistin û vegotina çîrokan bi hev re dixebitin.

Niha ku em serkeftinan pîroz dikin, em dê xebatên xwe yên ji bo pêkanîna astên bilindtir bidomînin. Karê me neqediyaye û hê gelek maye. Em dê pêkanîna astên bilindtir, dîtina çîrokên balkêştir û dorfirehkirina rêjeya bînerên xwe berdewam bikin.

Xelat û rêzgirtin me li ser şikandina sînorên berhemanîna medyayê sortir dikin. Asoya siberoja karê me geş û tije hêvî û rijdî ye li ser berhemanîna naveroka tije zanyarî, sûdmend û îlhamder. Em dê bi hev re li ser serketinên xwe destkeftên mezintir ava bikin ji bo ku em piştrast bin ku dê Rûdaw her û her di rêz pêşîn û pêşengiyê de bimîne.

Rêbaz Alî: * Rêveberê Beşa Berhemanînê ya Tora Medyayî ya Rûdawê