Wezîrê derve yê Fransa Jean Noel Barrot bi Fermandarê giştî yê HSD Mezlûm Ebdî re axivî.
Barrot ligel wezîra derve ya Almanya li Şamê bûn.
Jean Noel Barrot li Şamê got, “Divê çareseriya siyasî ji hevpeymanên Fransa re were dîtin û hevpeymanên Fransa yên li Sûriyê Kurd in.”
Barrot bi Mezlûm Ebdî re bi têlefonê bi hev re axifîn û behsa parastina mafê gelê Kurd li Sûriyê kirin.
Wezîrê derve yê Frensa li Şamê got: Me ligel Kurdan mil bi mil li dijî terorîzma îslamî şer kir.