Serrûpel Nûçe Çapemeniya Tirkiyê kor û kerr û lal e!

Çapemeniya Tirkiyê kor û kerr û lal e!

Belav bike
Çapemeniya Tirkiyê, bûyer û birndarî û binçavkirin û ling şikandina parlementeran nedît, nebihîst û venegot. Ku kengî mijar Kurd bin, her tim bi gelemperî, çapemenî, bi rojname û televizyonan her tim kor û kerr û lal in. 
Li Tirkiyê, bûyerên ku duh li Amedê qewimîn, tenê çapemeniya muxalîf dît. Bilî rojnameyên Ozgur Gundem, Evrensel, Taraf, Radikal û Birgunê, ti rojnameyan Amed nedîtin.
Rojnameyên ku cih dane bûyerên mîtînga Amedê jî BDP û KCD kirine hedefa xwe. Heta rojnameyek ewqas zêde xwe wenda kiribû ku, digot, parlementerên BDPê êrîşa polîsan kirin.
Ku mijar Kurd bin, çapemeniya Tirkiyê a netewî, rola xwe a 3 qirdiyê gellekî bi serkevtî dilîze. Nabîne, nabihîze û nabêje. Kor e, kerr e û lal e.