Serrûpel Nûçe Ersanli: Ez çima bûme BDPyî? (Vîdyo)

Ersanli: Ez çima bûme BDPyî? (Vîdyo)

Belav bike
Prof.Dr.Busra Ersanli, piştî tahliyekirina xwe cara ewil derkete weşana zindî û gellek pirsên ku ji aliyê rayagiştî ve tê meraqkirin bersivandin. Ersanli, di bergeha doza KCKê de hatibû girtin û 9 meha li girtîgehê de hatibû zindankirin.
Akademîsyen Ersanli dibêje, ji ber ku ez BDPyî bûn ez girtime hundir. Li ser pirsa, çima hûn bûne BDPyî? wiha bersivand: Li gorî partiyên klasîk yên çepgir BDP, di mijara ekolojî, ked û mafên jina de hîn cidî xwedî li ev tiştana derdikeve. 
Ersanliyê, di BDPê de, di komisyona amadekirina zagona bingehîn a nû de cih digirt. Ersanli îfade dike ku, operasyonên KCKê yekser ji bo BDP were pasîfîzekirin tên lidarxistin.  
Û qala, di girtîgehê de ders girtina Kurdî û dersdayîna xwe dike.
Bi taybet Busra Ersanli, li ser perwerdehiya bi zimanê zikmakî disekine û mînakên girîng nîşan dide.