Lê, Wezîrê Hêzên Hewayî yê Emerîka Michael Donley bi awayekî fermî çêkirina bombeyê ji raya giştî re ragihand. Li gor daxuyaniyê, piştî kar û xebata salan 330 milyon dolar li çêkirina vê bombeyê hatiye xerckirin. Taybetmendiyên vê bombeyê di nava xwe de 2 ton madeyên teqînê hildigire û erdê kun dike û heta 70 metiran di erdê de diçe jêr û ji nûve diteqe. Hêjayî gotinê ye, ev cara yekê ye di cîhanê de bombeyeke xwedî van taybetmendiyan tê çêkirin.
Avestakurd