Serrûpel Nûçe Daxwaza vekirina nûnertiyan li Kurdistanê zêde dibe

Daxwaza vekirina nûnertiyan li Kurdistanê zêde dibe

Belav bike

  

Li gor Berpirsê Têkiliyên Karê Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ji Aknewsê re axivî, Kuwêt, Libnan, Hengariya, Bulgaristan û Slovakiya dixwazin nûnertiya xwe li Kurdistanê vekin. Mistefa diyarkir ku Herêma Kurdistanê jî li 14 welatan nûnertiya xwe vekiriye. Her weha got jî ku tê plan kirin ku Herêma Kurdistanê li hindek welatên Erebî, Rojhilata Dûr û li Ewrûpa jî nûnertiyên xwe veke.

 

Avestakurd