Serrûpel Nûçe Di nexşeya NYTê a cîhana nû de Kurdistan jî heye

Di nexşeya NYTê a cîhana nû de Kurdistan jî heye

Belav bike

Rojnameya Amerîkayê The New York Timesê, nexşeya dewletên ku wê bêne damezrandin xêz kir. Li ser nexşeyê Kurdistana Başûr, mîna dewleteke serbixwe tê nîşandan.
Di analîza ku di New York Timesê de cih girtiye de, tê îfadekirin ku, piştî ji herêmê vekişandina Amerîkayê, herêma Kurdan wê ber bi dewletbûnê ve biçe. Dîsa tê diyarkirin ku, Kurdên ku xwedan dîrokeke 3 hezar sal in, wê li herêmê dewleteke serbixwe damezrînin.
Di nûçe analîza rojnameya NYTê de, behsa peymanên neftê yên di navbera Kurdistana Başûr û Tirkiye û şîrketên neftê yên mezin de jî tê kirin.
Dîsa di nexşeya NYTê a “Nexşeya nû a Cîhanê” de, Suriye jî cih digre. Suriye kirine 3 parçeya; Şam, Heleb û Lazkiye.