AVESTA KURD – Siyasetvanê Kurd Akif Hasan, di hevpeyvîneke taybet de ligel AVESTA KURD, rewşa dawiyê ya Sûriyê û rojavayê Kurdistanê dinirxîne.
Te xwest em ji Kobanî dest pê bikin, tu bûyerên ku li wê derê çêbûne çawa dixwînî?
Îşaretk ji roniyê ronîtir bû ji bo kesên ku dixwazin hefsarê tirsê bixin serê îrada gel û wekî koleyan li pey xwe bikişînin. Gel bi rakirina cenazê Welat Hisî re zelal nîşan da ku êdî lûlên tifingan nikarin hesreta wan ji bo azadiyê rawestînin. Divê kujer jî xweş bizanin , kesên tirsê diҫînin tenê dikarin koletiyê biҫinin, nikarin miletên bi rûmet û serfiraz biafirînin. 40 sal in gelê Kurd li benda vê rojê, li benda vê firsenda dîrokî ye. Ew dixwaze nefeseke ji dil, bê qeyd û zincîr, bistîne. Ew dixwaze birînên salên dirêj bi merhema demokrasiyetê bikewîne.
Ti jî dibêjî: na, ҫawa di fikirim divê tu weke min bifikirî, ҫawa diaxivim divê weke min biaxivî û ҫawa dimeşim divê weke min bimeşî. Nanê netewî di vê tenûra kevin de nayê pehtin, birê min. Pkk di xewnê de bi sedan rê dibîne lê gava ji xew radibe di riya xwe ya berê de dimeşe.
Miletê bizane hesap bixwaze ew milet bin nakeve. Ta îro me mîna gel tim ji serdestan, ji “serok”an re got ERÊ lewma ti felaket neman bi serê me nehatin. Em hêdî hêdî fêrî gotina NA dibin, ev jî garantiya ku pêşeroj wê di destê gel de be, wê qeder û îrada xwe teslîmî kesekî neke. NA gotina yekemîn di ferhenga demokrasiyetê de ye. Mesafeta di navbera ERÊ û Na de mesafeta di navbera koletî û azadiyê de ye.
Di goftûgoyekê de yê li hember min digot, “birê min, destê tu nikariyê maҫ bike”. Heger slogana siyaseta me destnîşan dide wê ev be, milên me wê di bin nîrên koletiyê de birizin.
Amadekariyên partiyên siyasî ji bo pêşeroja Rojava ҫawa dibînî?
Berê jî min gotibû niha dubare dikim: partiyên me partiyên mûnasebetan e, ne yên rojên giran an jî yên krîzan e. Di rewşa îro de hinekî behitî man e nizanin ҫi bikin. Didin bi daran ve ji bo masiyan bigirin. Yanî ne xwedî stratejiyeke zelal in, nexşeriya wan ne diyar e. Dînamîkên mirov pişta xwe pê girê bide ciwan in, lê ji min re wusa tê ku hîn ji niha de ew dixwazin ciwanan dûr bixîinin û bê tesîr bihêlin. Ev wê şaşîtiyeke mezin be.
Di dawiya vê şoreşê de wê ҫreseriyek ji Rojava re were dîtin, ҫi federasyon ҫi otonomî. Lê gelo amadekarî ji bo vê yekê ne girîng in? Rêvebiriya heremekê ne zor e lê ne ewqas hêsane jî. Kesên vî barî/belediye, polîs, qonsulus, balyozxane…/ hildin liser milên xwe divê ji nihade werin amadekirin, werin perwerdekirin. Wezîfek ya şoreşê ew e derfetên vê yekê biafirînin. Pîlanên dûdirêj ên partiyên me yên siyasî di vî warî de ҫi ne nizanim. Lê rastiyek heye: Ger tu pîlana salekê dikî birinc biҫîne, ger pîlana deh salan dikî daran biҫîne, lê ger pîlana hetahetayê dikî însanan biҫîne (perwerde bike).
Ketina Artêşa azad sereê- kaniyê û bombebarandina rejîmê ҫawa dinirxînî?
Ez bawer dikim piştî hilbijartinên li Emerîka hem diniya hem hêzên heremî amadekariyên xwe dikin ku herema Sûriyê ya dikeve liser sînorê Tirkî ji hêzên rêjîmê paqij bikin daku tevgera ku nû were avakirin bikaribe saziyên xwe lidar bixîne û defacto liser erdê hûkûmeta xwe ҫêke. Li herema me hêzên dewletê şun ve ne kişiya bûn, herkesî ev yek didît û ger şoreş dixwaze ber bi dawî ve here divê ew hêz ji holê rabin. Pkk bi hewldanên xwe nekarî dewleta di garîzonên xwe de rûniştî ji ber ҫavan veşêre.
Em kurd perҫek ji Sûrî ne û divê livên me perҫek ji şoreşa Sûri bin. Ger em meselê wiha binirxînin, emê bikaribin bi artêşa azad re rehet bidin û bistînin û nehêlin li heremê pirsgirêkên mezin derkevin holê. Ger em bêjin nexêr artêşa me bi xwe heye, wê demê tê xwestin ku ew artêş artêşa hemû gel be, artêşa hemû hêzên siyasî be û wezîfên şoreşê pêkbîne. Bi kurtî divê ew bê dudilî û bi her awayî rejîmê ji heremê biqewitîne. Nabe ku lingek mirov di şoreşê de be û lingê din di dewletê de be.
Lê bi nave artêşa azad selefî û Jîhadîst biborin heremê wê ҫawa be?
Gelê li heremê bi giranî kurd û fileh in, ew wê tucaran ne pejirînin ku kesên radîkal biborin û armancên derî rihê şoreşê, armancên dûrî rihê dewleteke medenî bişopînin. divê artêşa azad nekeve şaşîtiyên ku dewletê li hember kurdan dikirin de. Divê ji nijadperestiyê dûr be û barê kurdan sivik bike ne girantir bike.
Ama artêşa azad hicetek kir destê rejîma Asad de ku serêkaniyê bombebaran bike?
Tiştek nabe hicet ku dewlet rabe kurdan bombebaran bike. Dixwaze ji kurdan re bêje: Ger hûn li hember artêşa azad dernekevin ezê we bikujim, ez we bi erz û eyalên we ve koҫber bikim. Ev hovîtî ye. Ҫima tola xwe ji kurdan hildigire? Yê ku li tolê bigere divê du goran bikole: yek ji yê li hember xwe re û yek jî ji xwe re. Ev bombebarandin destpêka kolandina gora rejîmê bû li heremê. Demekî, heger em jî berê liser hêzên wê de biҫûyan, wê em bombebaran kiriba. Bawerî bi vê rejîmê nayê, xwînxwar û dijminê gelê kurd e. Lewma divê em zelel bin û dawiya peymana koletiya di navbera me û rejîmê de îlan bikin.
Başe e, ҫi ji hêzên kurdî tê xwestin di vê dema şewat de?
Binêrin hêzên mûxalefeta Sûrî bi halê xwe yê jihevketî nekarin rejîmê biroxînin û nekarîn alîkariya hêzên diniyayê jî wergirin. Mecbûr man careke din hesabên xwe li hev bixin û sêwaneke nû bi navê koalisyona netewî ava bikin. Ez bawer dikim eynî tişt, yanî koalisyoneke wiha netewî ji me re jî girîng e. Pozbilindî di siyasete de nabe. Ez ji we tevan mezintir im lewma divê hefsarê we tevan di destê min de be şaş e…şaş e. Binêrin li Emerîka 50 wilayet hene. Ҫi piҫûk ҫi mezin her wilayetê 2 senatorên xwe hene. California ranabe û nabêje, ez 50 caran li wîlayeta Dilawer mezintir im lewma divê senatorên min 50 caran ji yên wê pirtir bin. Piştî şoreşê liser sendoqên hilbijartinan ev hesab tên kirin.
Gelo şancê vê yekê di rastiya liser erdê de heye?
Berjewendiyên netewî li pêşiya hemû berjewendiya ne. Heger partî ne wesîle bin, bibin armanc, tam tofan tam şape ye. Heger partî bibe tiştekî muqeddes û hêjayên netewî tev bikevin di xizmeta wê de ne ew bikeve di xizmeta hêjayên civakî û netewî de, pêşeroja me tariye. Jiber ku yê berjewendiyên netewî bike qurbana partiya xwe wê hêviyên gel jî bi hêsanî bike qurban. Ev yek. Ya duyemîn: divê em gelê Rojava bigihin siyaseteke serbixwe, em ji statûya birayê piҫûk derkevin. Bila hefsarê me di destê me de be. Divê ne em bi xwe ne jî kesek me ewqas piҫûk bibîne. Ne posterên vî “serokî” ne jî yê wî “serokî”. Gerek em têra xwe hebin ku serok û rêberên xwe bi xwe biafirînin. Mirov ji xwe şerm dike gava dibîne li vê kolanê durûşmeyên filan serokî tên avêtin posterên wî tên bilindkirin, li kolana din durûşmeyên serokê din tên avêtin û posterên wî tên bilindkirin. Bêguman wê rêza me ji hêz û rêberên din re hebe, lê tişta em dikin ne rêz e, tam putperestiye.
Pirseke gelemperî. Gelo tu dibêjî wê saha navnetewî xwe bilivîne piştî civîna Dewhayê? Gelo wê Rusia û îran dev ji Beşar berdin?
Ta niha li gorî hejmarên fermî nêzîkî 40.000 mirov hatine kuştin bi miliyonan li hundur û li derve penaber in. Welatên cîran zoriyên mezin dikişînin û rûbirû li hember tehdîdan e û tehlîka bikaranîna ҫekên kîmiyayî rastiyeke êdî. Lewma civaka navnetewî nikare êdî vê rewşa bê serûber li Surî tehemûl bike. Ne berjewendiyên wê yên ewlekariyê ne jî standartên wê yên exlaqî rê didin vê yekê. Ev livandina mûxalefetê ya nû piştî hilbijartinên Emerîka tê holê. Ev tê wê watê ku Emerîka ji vê yekê re hinekî vale bû û wê bihêle mirov bi giraniya wê bihese.
Piştî ҫend rojan serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka Barak Obama diҫe Rûsiya. Dibe ku bigihin formûlekê liser lihev bikin. Ev formûl jî wê ҫûyîna malbata Beşar û derdorê wî be. Ji xwe ev bendek ji bendên peymana Genêvê bû.
Ger li hev nekirin, ҫekên giran wê riya xwe bibînin ku biborin Sûrî û wê derziya şer bi awayekî berbiҫav ber bi jor ve here. Ev yek jî wê bibe dawiya berjewendiyên Rûsan di Rojhilata navîn de. Rûsiya di riya şoreşa Sûrî de kevirekî hem siyasî hem pratîk e, Iran û Hizbullah du kevirên pratîk in. Ger Rûsiya û ҫîn hatin îkna kirin, Iran û Hizbullah têne bêtesîrkirin.
Herkes difikire gelo ev rojên tarî wê kengê derbas bibin?
Ҫînî dibêjin:
Li şûna ku tu naletê li tariyê bînî, mûmekê vêxîne!
Ҫend mom nikarin tariyê bişkînin, lê herkes momekî vêxîne tarî li holê namîne.