Serrûpel Hevpeyvîn Behsa PYD – Salih Mislim, Tirkiyê – PKK û daxwaz û hevdîtinên...

Behsa PYD – Salih Mislim, Tirkiyê – PKK û daxwaz û hevdîtinên veşartî dike

Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Al-Monitor ragihand, niha pêwendiyên me yên bi Bexdayê re gelek ji berê baştir e û got, piştî referandumê me demeke zehmet derbas kir, reng e yek ji demên herî zehmet bûbe ku ji sala 1991ê ve em tê re derbas bûn.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di vê hevpeyvîna li gel Al-Monitor de, behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, pêwnediyên navbera Hewlêr û Bexdayê, pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, beşdariya Kurd di hikûmeta nû ya Iraqê de, pirsa mûçe û bûdceyê û pirgirêkên navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.

 

Al-Monitor: Yekemîn pirsa min ev e, piştî wê qonaxa aloz ku di heyama referanduma serxwebûna Kurdistanê ya sala 2017an de û piştî referandumê, derket holê, niha pêwendiyên we li gel Bexdayê bi çi awayî ye? Gelo we kariye bi ser nakokiyan de serbikevin û pêwendiyeke baş û aktîv li gel hikûmeta Bexdayê damezrînin?

 

Nêçîrvan Barzanî: Bêguman piştî referandumê, me heyameke zehmet derbas kir, renge yek ji wan demên herî zehmet bûbe ku ji sala 1991ê ve tê re derbas bûne. Lê belê me karî hinek ji kêşeyên li gel hikûmeta berê û serokwezîrê berê Heyder Ebadî çareser bikin, weke rakirina dorpêça ser sînorê esmanî yê xwe û kêşeya girtina firokexaneyên me. Derfeteke wiha jî hate pêşiya me ku di hilbijartina niştimanî ya Iraqê de beşdar bibin, weke fraksyona Kurd jî me serkevtineke mezin bi dest xist, lê belê em weke Partiya Demokrata Kurdistanê, ji aliyê hejmara kursiyên xwe yên di parlamentoya Iraqê de, yekem in. Aşkere ye ku ev encam selimand (îsbat kir) ku rewşa siyasî ya Kurdistanê û beşdariya partiyên siyasî yên Kurdistanê li Iraqê hêj giring e, bi taybet jî şaş bûn ku dilê xwe bi wê egerê xweş kiribûn ku PDK were paşguhxistin. Aşkere ye ku PDK weke hêzekê maye ku divê giringî pê bê dayîn.

 

Ji bilî vê jî, em li Bexdayê jî di pêkanîna hikûmetê de beşdar bûne û di hikûmetê de jî çalak in, me amadeyiya serederiyeke dostane jî di serokwezîr Adil Ebdulmehdî de dîtiye, lê belê rastî ev e ku sîstema Iraqê di kesekî de nayê sînordarkirin, belku gelek aktor û faktorên din jî hene. Lê belê ez dikarim bi ciddî vê yekê bêjim, ku pêwendiyên me yên niha li gel Bexdayê gelek ji berê baştir e.

 

Dikarî mînakekê bidî min?

 

Me nexweşî dîtin û me salên dijwar derbas kirin, em di tuneleke kûr û dirêj û tarî de asê bûbûn, lê niha em di dawiyê tunelê de ronahiyê dibînin. Me kariye li ser bûdceyê lihevhatinekê bikin, renge ev heman encam nebe ku me dixwest, lê belê hinek têgihîştin di navbera me de çê bûye.

 

Gelo hûn pişka %17 werdigirin, weke ku di destpêkê de hûn li ser rêkevtibûn?

 

Temaşe bike, pirsa bûdceyê gelek hatiye bisiyasîkirin û core astengek e bo serokwezîr, ji bo ku pabend be bi %17 yan her pareke din bo vê mijarê. Lewre jî me li ser tiştekê danûstandin kir ku ji bo me herdu aliyan guncaw be. Em divê pragmatîk bin, eva niha qonaxa arambûna li gel Bexdayê ye, lê belê ev nayê vê wateyê ku hemû kêşeyên me çareser bûne. Ev formoleke demkî ye ku rê dide me, em kêşeyên mûçeyên xercnekirî yên fermanberan pê çareser bikin. Bi kêmanî kêşeya mûçe hat çareserkirin. Salek ber destê me ye ji bo ku em hemû hûrgiliyên bûdceyê bikin, berî ku bûdceya niştimanî bo sala bê ya darayî were amadekirin. Em dixwazin ji gengeşe û rageşiyê dûr bin.

 

Madem mûçe hatiye xerckirin, wate aborî jî divê bilind bibe?

 

Belê, spas ji Xwedê re aborî wa baştir dibe. Dema ku diçî nav bajar yan bazar, hest bi vê dikî ku hinek ji projeyên binesaziyê (jêrxanê) ku bi sedema qeyrana darayî rawestiyabûn, dest bi kar kirine. Em deyndarê gelek kompanyayên kerta taybet û bakên kerta taybet bûn, me dest bi dayîna deynan kiriye, ew hemû nûçeyên baş in. Em li ser pereyê gumrukê li gel Bexdayê jî rêkevtine. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji vê yekê nêzîk bûye ku pereyê gumrukê li gel hikûmeta navendî hevaheng bike.

 

Gelo ev xala sînorî ya Pêşxabûrê ya li gel Tirkiyê jî li xwe digire?

 

Belê, hemû cihekî li xwe digire. Em hemû Iraqî ne û kêşeya sînor çareser bûye. Gelek xalên kontrolê di navbera sînorên navçeyên Herêma Kurdistanê û navçeyên hikûmeta navendî de hebûn. Niha wan ew xalên kontrolê rakirine û bi rakirina wan xalan, rê ji bo bazirganiyê xweş dikin.

 

Dema behsa sînorê navçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikî, ew navçe piştî referandumê gunertin bi ser de hatine. Hêzên Iraqê çûne hemû nav navçeyên nakok, ji wan jî Kerkûk. Gelo em dikarin behsa pêgeha niha ya navçeyên nakok bikin? Niha çi?

 

Hevok gelek zelal e; navçeyên nakok. Ew jî wate ew navçe bi temamî ne yên wan in. Ya ku kontrola wan navçeyan di destê kê de ye, ev mijareke din e, lê belê ev yek vê rastiyê naguhere ku ew navçe weke navçeyên nakok dimînin. Dema ez li gel serokwezîr Adil Ebdulmehdî axivîm, min jê re got, eger em iraqeke seqmgîr bixwazin û em bixwazin nakokiyên xwe çareser bikin, pêwîst e ku du pirsên sereke bêne çareserkirin, ku ew jî rêxisitina dabeşkirina dahat di navbera Bexda û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û navçeyên nakok de ye. Ti guman têde nîne ku kêşe hene, lê belê cara yekem pêwîst e ku em fokusê bixin ser wan kêşeyan.

 

Weke Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, gelo ev yek ji karên we yên herî li pêş dibe?

 

Bêguman, ez berdewam diçim Bexdayê û du hefte berî niha ez li wê derê bûn.

 

Em dikarin bêjin, niha tu ew kesî ku wan pêwendiyan birêve dibî:

 

Belê bêguman, weke Serokê Herêmê, çareseriya wan herdu pirsan ji karên min ên herî sereke dibin. Te amaje bi Kerkûkê jî kir, eger me rêkevtineke baş a dabeşkirina dahatan hebe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pişka xwe werbigre, dê xwe bi xwe ev mijarê jî zelel be ku Kerkûk beşek ji kîjan aliyê be.

 

Gelo hêj tu di vê baweriyê de yî ku pêwîst e maddeya 140 a Destûra Iraqê ku daxwaza referandumê li navçeyên nakok dike, bê cîbicîkirin?

 

Belê bêguman.

 

Gelo Serokwezîrê Iraqê bo vê yekê têgihîştinek heye?

 

Temaşe bike, ti siyasiyekî din li Iraqê nîne ku weke Mehdî bi temamî pirsa Kurd fêm bike û wê yekê hezm bike.

 

Ew çima wisa ye?

 

Çimku ew bi salan li gel me bûye. Ew ji salên 80î ve li gel me bûye.

Lê belê we got ku navenda sîstemê li Iraqê girêdayî kesekî bi tenê nîne, ku yek sîstem heye. Wiha xuya dibe, ku Îranê jî roleke berçav di vê sîstemê de hebe, Îran yarîzeneke gelek bibandor e li Iraqê, gelo nerîan we jî wisa ye?

 

Teqez Îranê roleke giring li Iraqê heye. Pêwendiyên navbera Iraq û Îranê nabe ku tenê di pêwendiyên asayî yên du alî de bêne kurtkirin. Îran û Iraq sînorekî dirêj ê hevbş bi hev re hene. Pêwendiyên navbera wan du welatan pir alî û herwiha aloz in. Pêwendiyan, dînamîkên olî, civakî û bazirganî hene. Nêzîkî %45ê elektirîka Iraqê ji Îranê vet ê. Asta bazirganiya navbera Îran û Iraqê jî 11 milayr dolar e.

 

Tu dê çi bikî dema ku Serokê Amerîkayê ji te re bêje, vê bazirganiyê rawestîne? Gelo ev te naxe pêgeheke lawaz? Aya Hikûmeta Herêma Kurdistanê siyaseta xwe xêz dike yan jî di vê derbarê de li gel Bexdayê hevaheng e?

 

Li ser vê pirsê, li gel Bexdayê rêkeftineke baş ji bo hevahengiyê heye. Bexda dibêje, divê îstisna ji bo çend kelûpelên diyarkirî hebe, weke mînak, di warê dabînkirina elektirîkê û herwiha gaza xwezayî, ku ew jî ji Îranê tên kirrîn. Şêweyê dayîna pereyan ji bo van xizmetguzariyan divê li şûna dolarê amerîkî, bi dînarê Iraqî be. Îran jî li ser vê yekê razî bûye, em jî vê biryarê berçav digirin ku ji aliyê Bexdayê ve hatine dayîn û em pabendî wan biryaran dibin.

 

Berteka Amerîkiyan çawan e? Berteka wan heta çi astekê cihê giringiyê ye, bi berçavgirtina vê hestê tal û kûr a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember tênegihîştina Waşingtonê ji bo pêwîstiya rêgirîkirina ji tevgera hêzên Iraqî ber bi navçeyên nakok, piştî referandumê?

 

Hemû pirsên têkildarî cudahiyên me yên di derbarê referandumê de, niha li pişt me ye. Em nikarin bi tenê di aliyekê de li vê pirsê temaşe bikin, tenê ji aliyê nerîna xwe ve. Ew jî di derbarê helwesta xwe gelek zelal bûn, ku piştevanî li referandumê nedikirin. Di derbarê cezayên Amerîkayê de jî, em li gel her biryarekê ne ku di navbera Waşington û Bexdayê de hatiye dayîn.

 

Çîranê wê yê din ê mezin, Tirkiye, ew jî gelek bi tundî li dijî referandumê bûn, pêwendiyên we li gel Enqerê çawan e?

 

Eger li dema referandumê binihêrî û herwiha li qonaxa piştî referandumê temaşe bikî, dibînî ku gellek tişt li ber destê wan hebûn ku dikarîn li dijî me bikar bînin, lê belê em gellek spasdarin ku wan bikar neanîn.Wan ne sînor li ser me girtin, ne jî ew borî girtin ku petrola me ji bo termînalên Tirkiyê hinarde dikir. Niha pêwendiyên me baş in û ber bi pêş ve çûne.

 

Wiha xuya dibe ku Tirkiye li vir ji aliyê leşkerî ve gellek çalaktir be. Bi êrîşên esmanî êrîş dike ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), ew jî bûye sedem ku kesên sivîl bêne kuştin. Her ji ber vê jî xwepêşandeke tund ji aliyê xelkê xwecihî ve li dijî Tirkiyê hate encamdan. Wiha duya dike k utu di vê navberê de, di navbera helwesa PKK û Tirkiyê de asê mabî. Weke serokê pêşerojê, tu dixwazî proseya aştiyê di anvbera Tirkiye û PKKê de were zindîkirin?

 

Tenê weke bibîranînekê, ez di merasîma sondxwarina Recep Tayyip Erdogan de ku sala bihorî birêveçû, amade bûm. Ew jî yekemîn serdana min piştî referandumê bû. Min hertim bi zelalî û aşkere gotiye, PKK hincetan çê dike ji bo destwerdana Tirkiyê. Em nikarin vê qebûl bikin ku Herêma Kurdistanê, ji aliyê komeke bi vî awayî ve, weke navçeyekê bo pêkanîna operasyonan li dijî cîranên me were bikaranîn. Lewma divê em nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê yê rewa berçav bigirin. Her çend ev kêşe demeke dirêj e ku berdewam e, lê belê ew yek zelal e ku çareseriya serbazî nikare vê kêşeyê bi awayekê yekcarî çareser bike. Lewre jî di dawiyê de pêwîst e gotûbêj hebe. Berê me karî li gel birêz Erdogan biaxivin, hem wê dema ku serokwezîr bû, hem jî niha ku serok e, ew jî ji bo wê yekê ku em rewşekê çê bikin ku alîkar be bo proseya aştiyê û bo destpêkirina gotûbêjê. Herwiha me aliyên din jî anî ser qenaetê ku ev aştî û gotûbêj yekane rêya rast a pêşveçûnê ye.

 

Niha jî di vê baweriyê de yî ku ev gotûbêj, gotûbêja aştiyê li gel vê grûpê, li gel PKKê çê bibe? Çimku wiha xuya dibe ku serok Erdogan naxwaze gotûbêjê li gel wan yan jî li gel grûpên Kurd ên “neterorîst” de jî bike.

 

Eger mebesta te ev e ku ev pirs bi temamî were çareserkirin, divê ev grûp jî têde beşdar bibe.

 

Pêwîst e serkirdeyê girtî yê PKKê, Abdullah Ocalan jî beşek ji vê proseyê be?

 

Bê pirs, divê ew yek ji danûstandikarên sereke be.

 

Lê belê di heman demê de Amerîkî hewl didin, yan jî wiha xuya dike ku PKK ji hevşeên wê yên li Sûriyê, ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Kurdên Sûriyê û herwiha baskê siyasî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) cuda bike. Ew hewl didin hem têkiliya wan grûpên Kurdên Sûriyê li gel serkirdatiya PKKê ya li Qendîlê veqetînin û hem jî qenaetê bi Tirkiyê bînin ku dikarin li gel Kurdên Sûriyê bi xweşî bi hev re bijîn? Gelo ew rast e?

 

Bi baweriya min, ew hêzên Kurdî yên ku niha bakurê rojhilatê Sûriyê kontrol kirine, pêwendiya wan li gel PKKê bihêz e û hemû rûnimayî û biryar ji Qendîlê ve têne dayîn.

 

Em dibihîsin ku amerîkiyan xwestine piştgiriya te ji bo cudakirina YPGê ji Qendîlê bi dest bînin, gelo ev rast e?

 

Na, lê belê amerîkiyan daxwaz ji me kirine ku em wan grûpan han bidin, ji bo pêşxistina pêwendiyên erênî li gel Tirkiyê.

 

Şîreta te bo Kurdên Sûriyê çî ye? Gelo divê li gel rejîma Sûriyê gotûbêj bikin?

 

Di vê baweriyê de me ku pêwîst e Kurdên Sûriyê ji bo dîtina çareseriyekê di çarçoveyea sûriyeyeke yekgirtî de hewl bidin. Pêwîst e ew beşdar bin di gotûbêj û danûstandinên li gel rejîmê.

 

Gelo pêwîst e amerîkiyan paşguh bikin ku ji wan re dibêjin, karên wisa nekin?

 

Ev ne mijara paşguhkirina amerîkiyan e. Amerîkiyan bi xwe gotin ku hebûna wan li Sûriyê, pêwendî bi têkbirina DAIŞê heye. Ev armanca bingehîn a destwerdana wan bû. Rastî ev e ku rejîm hêj maye û pêwîst e Kurdên Sûriyê gotûbêjê li gel rejîmê bikin, ji bo bidestxistina hin mafên diyar.

Gelo Serok Beşar Esed amade ye mafên wan bide? Serkirdeyên PYD û YPG ku ez li gel wan axivîme, dibêjin “na”.

 

Niha rejîm wisa hîs dike ku serdestiya wê heye, lê rastî ew e ku hêj neseqamgîriya mezin li Sûriyê heye. Dema ku hikûmetê serweriyê bi ser hemû Sûriyê de bi dest bixe, wê demê seqamgîrî dê zêdetir bibe û rejîm ewqas bixwebawerbûnê hîs bike ku mafên Kurdan bide. Pêwîst e rejîm li gel vê rastiyê serederî bike ku Kurd li wir in, ku ew hene û desthilata wan heye, kontrola wan bi ser devera wan de heye û divê rêyekê bibînin ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe yên li gel Kurdan.

 

Li gor wê asta di bêbaweriyê de ku di navbera aliyan de heye, kî dikare garantorê rêkeftinên navbera Kurdan û rejîmê bibe? Ti rolek dê hebe ku hûn werbigrin?

 

Ji bo me heta radeyeke kêmtir, em amade ne ji bo di demên pêwîst de gav biavêjin, lê mirov dikare vê rolê bilîze heta bi awayekî gelek bandordartir jî ji aliyê rûsan ve. Ev ji bo hemûyan giring e ku cîraneke me ya seqamgîr a weke Sûriyê hebe. Lê ev bi taybetî ji bo Rûsyayê giring e. Ew li ser vê mijarê gelek zelal in. Stratejiya wan ber bi Sûriyeyeke seqamgîr e. Ew dikarin lîstikvanê sereke bin di danûstandinên çareseriya navebera Kurd û rejîmê de.

 

Rûsya dibe lîstikvanê gelek bi bandor li vir, li Kurdistana Iraqê, herwiha Rostneft ku pişka mezin a boriya petrolê dişîne Tirkiyê.

 

Ji aliyê aborî ve, peywendiyên me yên baş li gel Rûsan heye û wan bi pereyeke berçav veberhênan li vir kirine û berdewam dibin, baş e, em di pêvajoya berfirehkirina peywendiyan de ne.

 

Amerîka nîgeran nîne?

 

Peywendiyên me yên li gel Rûsyayê di sektora taybet de ne, ew ji bo veberhênanê amade ne û ev jî di berjwendiya me de ye.

 

Em vegerin Sûriyê, hinek berpirsên Kurd ku ez bi wan re axivîme li Sûriyê, hevnêrîn bûn li gel te, dibêjin peywendiyên wan ên li gel amerîkiyan bi sûd bûye, lê niha qezencên wan hêdî hêdî dikevin bin giraniya ziyanan.

 

Belê, pirsgirêk ji vê rastiyê ve serî hildaye ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ti car zelal nebûn derbarê stratejî û siyaseta xwe ya li Sûriyê, ji ber vê jî dibe ku Kurd zêde li bendê nesekinin û hebûna Amerîkayê dinasin, bi wî awayî ye ku hebûneke demkî ye.

 

Tirs, her çawa be, ew e ku dema Amerîka vekişe, Tirkiye destwerdana leşkerî li dijî YPG li Sûriyê encam bide. Ev dibe ku bandorê li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bike, bi pêleke nû ya koçberên Kurdên Sûriyê ku ji hêzên Tirkiyê birevin.

 

Nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê rewa ne û pêwîst e bi cidî werin wergirtin. Lê hebûn û amadebûna leşkerî ya mezin a Tirkiyê li deverê ti çareseriyek pêşkêş nake. Li gor min birayên me yên Kurd li Sûriyê bi awayekî neyênî li hember Tirkiyê serederî kirine. Eger li backgroundê temaşe bikî, destpêkê siyaseta Tirkiyê li Sûriyê, li dijî Kurdan nebû. Nîgeraniya wan derbarê PKKê de bû û mixabin birayên me yên Kurd ên li Sûriyê dudil nebûn di îstîfzazkirina Tirkiyê de li ser vê mijara diyarkirî. Tirk amade bûn ji bo vekirina deriyê sînor li gel PYDê, bi tenê wî mercî ku alaya PKKê rakin, ev di 2014an de. Tevî vê yekê jî, heta em jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, peywendiya me ya baş li gel PYD û Salih Muslim tinebû, Tirkiyê pêşniyara navbeynkariyê di navbera me û PYDê de kir ji bo başkirina peywendiyên me. Min jî ji wan re got ez nikarim beşdar bim di civînên wisa de û li şûna wî Fuad Husên dişînim. Di bersivê de ew dij bûn û Tirkiye îstîfzaz kirin, ji bo Tirkiyê ev mijara asayişa niştimanî ye û ew çawa dikarin jê vegerin ku nêzîkî hemû sînorê wan ji aliyê PKKê ve hatibe kontrolkirin? Divê herdu alî jî werin guhdarîkirin.

 

Herî dawî, hûn dê çi wext hikûmeta nû li Herêma Kurdistanê pêk tînin? Sedem çi ye ku heta niha pêk nehat?

 

Em li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di gotûbêjên sift de ne, di heman demê de li gel Tevgera Goranê di danûstandinan de ne, lê mirina Celal Talebanî tiştên di nav YNKê de aloz kiriye. Niha gelek komên cuda di nav YNKê de hene û pêwîst e em li gel hemûyan danûstandin bikin û ev jî pirsgirêkeke zelal e. Lê me li ser çarçoveya çawaniya pêkve karkirinê li hev kiriye. Şer niha di nav YNKê de ye, li ser wê yekê ku kî çi post werdigre. Ew wisa hîs dikin ku PDK ji Goran re pir daye û ew zêdetir heq dikin. Bêguman YNK weke hevbeşekê dimîne û em bawer in ku di demeke kin de hikûmetê pêk bînin.

 

Gelo em dikarin bibêjin ku di dawiyê de, mamê te, Mesûd Barzanî weke kesê yekem dimîne?

 

Bêguman! Ew, ew kes e ku kes nikare wî ji qadê dûr bixe!