Serrûpel Hevpeyvîn Xwediya “Welatê me Kurdistan e”diaxife

Xwediya “Welatê me Kurdistan e”diaxife

Belav bike

Dengbêja radyoya Yêrîwanê Aslîka Qadir, di derbarê rewşa dengbêjên li radyoê kar dikin û taybet rewşa dengbêjên jin, rewşa çand û hûnere Kurdî li Sowyeta berê, bandore rewşa Kurdistanê li ser klamên dengbêjan û çîroka klama bi navê‚’Welatê me Kurdistan e’  ji BasNewsê re axivî.

Tu yek ji wan debgbêjên radyoya Yêrîwanê yî ku zanîngeh xilas kiriye, gelo te çawa biryar girt ku bibî dengbêj?

Biryareke wisa  ku bibim hunermend, tune bû, her tişt spontane çêbu.  Kurd miletekî folklorî ne û bi çanda xwe ve  zêde girêdayî ne,  zargotin parçekî lapî mezin, ya jîyana kurdan e, loma jî çi xwendî û çi nexwendî hemû distirên.  Bavê min jî distire,  şahî û dawet di gundê me de çê dibûn û  hê zaroktiyê de sitranên kurdî diketin guhê min…

Gava dibû êvar me dora dapîra xwe Gewrê digirt û me lingên xwe tendurê de dadiliqandin û ew jî  bi dengekî nerm distira, çîrok û metelok wisa  jî axaftinên xweş wek serpêhatî ji me re şîrove dikirin. Carekê jî wê ji me pirsî; ‘eger ew bimire, gelo em ê li ser wê stiranan bêjin?’ Helbet, min wetaya pirsa wê rest fehm nedikir û min di dilê xwe de biryar da ku ez ê sitraneke ermenki, naveroka kîjanê şahî û reqas bû bistirêm… Ciyê pîrka min bihûşt be. Gava ketim zanîngehê çûyîn û hatina min bi radyoya kurdî ve saz bû.  Wê demê şoreşa Îlonê, ya bi serokatiya Barzaniyê Nemir li Başurê Kurdistanê destpê kiribû. Min serî li radyoyê dixist, ku agahiyên li ser şoreşê bistînim. Karmendên radyoyê bi dilgermeke mezin ez pêşwazî dikirim, wek keçeke kurd, ya xwendevan.

Gelek bîrenînên min, yên germ bi şaîrên me, yên mezin, Mîkayêlê Reşîd û Fêrîkê Usiv ve girêdayî ne, wan, bêy ku aciz bibin, bi dilekî fireh her tişt ji min re hur hur şirove dikirin. Carna jî helbestên xwe ji min re dixwendin û ji min dipirsîn gelo ez helbestên wan çawa dibînim?  Helbet, ez gelek biçûk bum,  ku bikaribim nivîsên wan mezinan qîmet bikim, lê kêfa wan ji min re dihat, wek telebeke  rojhilatzan û xweşiyê xwe  min dikirin.  Eger problemek li zanîngehê da bo min çê bûbûya, Mîkayêlê Reşîd berê xwe dida min û digot;  rabe bide pêşiya min, em herin, ka ez binêrim kê xatirê te ketiye? Bi wî ez bi radyoyê ve  hatim girêdanê, heta ku muzîsyenê eyan Egîdê Cimo, ku du re bû mamostê min, texmîn kir, ku  dengekî min, yê xweş heye.

Stiranên min, yê ewilî, ew du stiranên aşiqekî ermenî Sayat- Nova bûn,  kijana profesorê kurd Heciyê Cindî û Fêrîkê Usiv, bi minesebeta 250 saliya wî, wergerendibûn kurdî.  Ev herdu stiran çi ji aliyê kurdan ve, çi  jî ji aliyê ermeniyan ve bi kêfxweşî dihatin guhdarîkirin û  ew heta niha jî di radyoyê de  tên weşandin.

Duv re  dor hat stirana ”Welatê me Kurdistan e”. Bi vî teherî rê ji min re vebu  ku ber bi hunermendiyê  ve bo stiranên din.

Gelo tu weke dengebejeke jin te çi zehmetî dîtin?

Malbata min tu carî ji min re nebûye asteng, berovajî, bavê min ez fêrî stiranên lawik- mêrenî dikirim,  ji ber ku qedandina wan stiranan bo min gelek zehmet bû, lê çawa tê gotin ”xwastek hebe, her tişt hêsan dibe”.  Bêguman, hinek derdor hebûn, ku bi çavekî ne qenc li hunermendên jin dinêrîn, ji ber ku stirangotin bi radyoyê tiştekî nû bu. Di jiyana civaka me de û ew bi hêsanî nedihat mihandin.  Lê hunermendên me Susika Simo, Belga Qado, Zadîna Şekir, Naza Kokil, Fatma Isa, Sisa Mecît, Gulîzere Çawuş, Kubare Xudo û gelekên din edetên kevn binpê kirin û ji civakê jortir sekinîn.  Gelek caran şermî didane me, nav-nuçik dikirin û buxdan bi me ve girêdidan….Helbet, ev tiştekî gelek ne xweş bû bo me, lê ev nêzîkbûna paşveru nedibu delîl  ku em bişkên û em di karê xwe de her berdewam dibûn.

Dengê te û klamên te , di demekê kin de li çar perçeyê Kurdistanê belav bû û deng veda, sedema wê li gorî te çibû?

Welatê me di nav çar  welatên nemam de hatiye parvekirin û bi qurnan miletê me di nava kuştin, xwin, înkarkirinê û dagirkirinê de  jîya ye û  heta niha jî dijî.  Miletê kurd bi sîstêmatîkî ji aliyê van hukûmatên resîst û xwînmij ve hatiye komkujî kirin, enfal û kîmyebarenkirin. Li Îranê hema niha jî rojane xortên kurd tên dardakirin… Armanca  wan  eşkere ye ku kurdan bi temamî tune bikin. Lê kurdan tim berxwedaneke nebînayî nîşan daye û  mala Xwedê ava, karibûne bên heta roj îroyîn. Kurd miletekî ku naxwaze bimire û  eger ew naxweze bimire, kes nikare wî bikuje. Kurdan gelek dîtiye ji destê dijminên bêdîn û bêiman, yên wek Tirk, Faris û Ereb, ku digotin kurd tune ne, zimanê kurdî tune ye, Kurdistan tune ye û  bêdengîke wek mirinê, tirs u xofeke bêsînor dixistin nava dilê kurdan…

Di nava vê atmosfêrê de , van qewil u şertên wehşî de, ji nişka ve stiraneke bi navê ”Welatê me Kurdistan e” bi dengê stirenbêjeke kurd, ku runiştvana Yekîtiya Sowyêtê bu, ji radyoya Yerîwanê dikeve guhê wan. Belê, ew ê eşkere got,- ”Welatê me Kurdistan e, cih û  meskenê me Kurdan e”…. Bi van du hevokan û xetan ne tenê daxwazeke me hemu kurdan, ya hundirî dihate eşkerekirin. Lê di ser de jî kurdên Sowyêtê bi zar û dengê ewledeke xwe mijda xêrê li xwîşk û birayên xwe, yên li Kurdistanê û derveyî wê, daxist û  ew jî wê demê, gava qalnaya, piraniya miletê me, ya absolyut, ku li ser axa bav û kalan dijiya, nikaribû vê gotinê vekirî bîne ser zar.

Evê stiranê tesîreke mezin, ya pozîtîv li ser bîr û baweriyên kurdan li her çar parçên Kurdistanê çê kir. Ew bu ronahîyek, ya di dawiya tunêla şevereş de… û bi vê re Aslîka Qadir bi carekê re çi li Yekîtiya Sowyêtê, çi jî li dervayî wê Kurdistanê, deng veda.

Rewşa Kurdistanê ya wê demê çi bandor li ser klamên te dikir û niha çi bandorê pêk tîne?

Rewşa Kurdistanê çi berê çi jî  niha tim tesîrekê neyênî dike li ser deng û stiranên min, lê  carna jî tesîreke erênî dike.  Ya xirab ew bû, ku di stiranan de halê ne xweş, bindestî, kuştin, zilma li hember miletê min bi girî û xemgînî dihate ber çavê min û ew dibû sitraneke kul û derdan, kîjanê bandoreke nefsî, derûnî li ser min û guhdaren dihîşt.  Ew taybetî stiranên mêrenî-lawik in, bin kîjana de merîv nikare negirî û nebilê, ji ber ku her stiranek destaneke bûyî û jiyayî ye. Qehremanên stiranan ew ji paşla miletê xwe derketi ne, ew qehremanên şerê azadiyê ne, ku li deşta şer de hatine kuştin û stiran li ser wan hatine derxistin û gotin…. Ya erênî jî ew e, ku hestên netewî kurtir dibin li cem min û  hêz û bawerî dida dengê xwe û te qey tirê min digot ‘,-‘ Miletê min ê azadîxwaz, tu hêjayî serxwebunê yî, hêjayî jîyaneke,  şa û bextewarî,  rojên tarî wek zivistanê wê bên û herin, lê di dawiyê de em ê bigihîjin bihara xwe”…

Tu têkilbûna siyaset û hunerê çawa dinirxinî?

Siyaset huner e, huner jî siyaset e. Merîv nikare wan ji hev biqetîne, ji  ber ku kul û derdê millet wisa jî şahî jî  tenê bi zimanê hunerê tê şirovekirin. Nexweşiya miletê me  ya  giştî, ji ber ku em hemî  ewladên hevpar, yên miletê xwe ne û dilê me giştik ser dayîka me diêşe. Ew fikire şaş, ku hunermend heqê wî tune nêrîna xwe li ser siyasetê bêje, ez vî tiştî wek, kifireke mezin dibînim, ev sivkayatîkirine bi hunermendan. Hunermend bi xwe ne robot e  ku tu wî bo 20 deqan, saetekê damezirînî  ku ew bistirê û gava ku wextê wî qediya, wî bibî û biavêjî qulçekî heta, ku carek din bi kar bînî..  Hey hewar ev çi hale, ev çi meji ye…? Ev tişt tenê cem kurdan heye, loma jî em nabin milet, ji  ber ku em hurmet û siyanetê nadin hunermendên xwe.

Li Ewropayê te hew nihêrî di bernameke siyasî de bilî siyasetmedaran hunermendek jî di bernamê de cî digire û ev tiştekî gelek asayî ye, lewre nêrîna hemûyan li ber çav digirin. Gelo ne stiranên me ne  ku ruhê şerê azadiyê û serketinê di mejiyê milet da diçînin?  Gelo strana ”Welatê me Kurdistan e” bi serê xwe ne şoreşek bû?,  gelo mîna strana Mehmed Şêxo ”Ax, lê gulê” kîjan sembolek halê Kurdistana bindest tîne berçavan kezeba her kurdekê neperitandiye ser welêt?, gelo ne stranên Şivan Perwer bûn, ku ciwanên me rakirin ser lingan bo azadiya welêt û ajot ber bi şoreşa netewî ve.  stranên wî Pêşmerge def dan ber bi mêrxasiyê ve. Îcar de bi xwe bifikirin gelo huner bi siyasetê ve girêdayî ye, yan na?

Eger tu dengbêjên dema te û yên vê demê bidî ber hev tu çi cudahiyan dibînî?

Di stranên dengbêjên dema min û yên pêşiya min da nexş û nîgare tebîyetê cih digire. Çiya û gelî, kendal û zinar, ba û bager, berf û baran, cem û kanî, sterkên esmanan, heyv û roj, gul û kulilkên hezar navî û rengî…ev hemû wek morîkan di nava stranan de bi cih û war dibin. Ça Heciyê Cindî dibêje,- Tebîyet mîna kilîtekê ye, ku dilê dengbêj vedike, wî dide xeberdanê û bi xwe jî dil re dibe yek.Stranên bengîtiyê ne li malê, lêbelê, li nava deşt û  zozanan da çêdibûn, ji ber ku dengbêj li wir ayadî dide hest û hezkirina xwe, çiya ruhê dengbêjê kurd e, ciya hîskirina wî. Li wir wusa jî ew kul û derdê ji xwe re dike, ew dibe cih û warê bext û mirazan…

Gotina min ew e, ku stranên denbêjên dema min ji çavkaniyê derdikevin zelal û paqij, tehm û xweşin û gava guh didî wan stranan ruhê kurdî, erf û edetên me, şîn û şahiyên me, wusa jî şerên hember dijminan û qehremanên şehîd, bi kurtî gotî, temamiya dîroka miletê kurd wek fîlmekê ber çavên meriv derbas dibin….

Stranbêjên niha dikevin nava ”baxçê” Ereba,Tirka, Farisa û stranên xwe bi sitiryan ve ”dixemlînin”…

Guhdarên te û temaşevanên te, te bi hunerê te dinasin, lê taybetiyên te yên veşartî hene gelo?

Teybetiyên veşartî eger hebin, gerekê veşartî jî bimînin. Ez ew im,  çi heme,  hez dikim guhdar û temaşevanên min min bibînin wisa, çawa têm ber çavên wan û çawa digihîjim dilê wan.

Di xeyala te de ji bo pêşerojê çi heye?

Bo xeyalan dem tune, xwasteka min heye, ya lape mezin, ew jî Kurdistana Serbixwe ye.

Basnews – Sevda Kaplan