Serrûpel Hevpeyvîn Hevpeyvîna Mesûd Barzanî ligel kovara înglîzî Newsweek (hevpeyvîn)

Hevpeyvîna Mesûd Barzanî ligel kovara înglîzî Newsweek (hevpeyvîn)

Belav bike

Mesûd Barzanî: Li referandumê ne poşman im

Serok Barzanî li ser referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê dibêje, me xeletî kir ku me zûtir referandom nekir, lazim bû me zûtir bikira.

Serok Mesûd Barzanî bersiva pirsên kovara Amerîkî ya bi navê “NewsWeek” yên derheqê referandoma serxwebûna Kurdistanê û pêwendiyên Kurdistan û Iraqê û hinek mijarên din da. Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

NewsWeek: Hûn di referandomê de bi ser ketin lê encamdana referandomê bandorek xirab li ser piroseya avakirina dewleteka serbixwe ki. Hûn çima li ser encamdana referandomê rijd bûn?

Serok Barzanî: Biryara encamdana referandomê biryareka şexsî nebû, piraniya partiyên siyasî ew biryar dan. Di referandomê de gelê Kurdistanê bi rêjeya %93 dengê “erê” da serxwebûnê ji ber wê jî referandomê serkeftî bû. Bi baweriya min wê referandomê paşeroja gelê Kurdistanê parast. Rast e hinek astengî piştî referandomê derketin lê nayê wê wateyê ku îradeya gelê Kurdistanê hatibe şikandin.

NewsWeek: Gelek kesan digotin niha ne dema referandomê ye…

Serok Barzanî: Bi baweriya me wextê referandomê munasib bû ji ber ku hêzên Iraqî yên ku niha bi zorê siyaset û îradeya xwe li ser deverên Kurdistanî de disepînin, beriya referandomê xwe amade kiribûn û ew pilanên xwe beriya referandomê danîbûn. Wan referandom wek hêcetekê bikar anîn bo veşartina xirabkarî û komployên xwe li dijî gelê Kurdistanê. Em ji ber wê yekê li ser referandomê rijd bûn da ku pêşiya riştina xwînê bigirin. Xeletiya me ew bû ku me referandom zûtir nekir, lazim bû me zûtir bikira.

NewsWeek: Hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de gelekî hevkariya hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Amerîka kir. Gelo bi baweriya te Amerîka hûn bi tenê hîştin?

Serok Barzanî: Rast e eger Pêşmerge nebûya û ewqas qurbanî nedaba pişta DAIŞê nedihat şikandin, heta Mûsil jî nedihat azadkirin. Me hêvî nedikir hêzên Iraqî bi çekên Amerîkî, ew çekên ku Amerîka bo şerê DAIŞê dabû Iraqê, li dijî welatiyên xwe bikar bînin. Me qet fikra vê yekê nedikir.

NewsWeek: Bi baweriya we, Amerîka li ser girtina Kerkûk û deverên din ji aliyê hêzên Iraqî ve razî bibû?

Serok Barzanî: Belê. Operasyona girtina Kerkûkê bi serperestiya îraniyan û bi agahdariya rayedarên Amerîkî û Brîtanî hat kirin.

NewsWeek: Senatorê Amerîkî John McCain dibêje kurd dostên bi qîmet û qedîmî yên Amerîka ne. Gelo bi baweriya we dostaniya we bi Koşka Spî re, di serdema serokatiya Trump de hatiye guhertin?

Serok Barzanî: John McCain camêrekî hêja ye û dizane Pêşmerge û gelê Kurdistanê çiqas qurbanî dane. Li ser pêwendiyên Kurdistan û Koşka Spî jî ez nikarin bêjim pêwendiyên me hene yan na.

NewsWeek: Berê Îran û Iraqê dijminê îmana hev bûn lê niha bûne dost û hevpeymanên gelekî nêzîk. Ev dostanî bo gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn tê çi wateyê?

Serok Barzanî: Iraq ji aliyê Îranê ve tê birêvebirin. Niyeta kurdan nîne bi Îranê re şer bikin yan jî pê re hevrikiyê bikin.

NewsWeek: Wê çaxê niyeta we heye bi Îranê re karên hevbeş bikin?

Serok Barzanî: Ew bila bimîne bo paşerojê.

NewsWeek: Gelek kes dibêjin îhtimal heye aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê bibin sebeba derketina şerekî mezin. Hûn li ser vê çi dibêjin?

Serok Barzanî: Em hêvîdar in şer dernekeve û xwîn neyê riştin. Siyaseta me ew e ku em bi diyalog û rêbazên aştiyane arîşeyên xwe çareser bikin û nehêlin di navbera me û Bexdayê de alozî derkevin. Eger hêzên hevpeyman bixwazin dikarin pêşiya şer bigirin lê eger şer derket wê çaxê tê wê wateyê ku wan gulopa kesk bo şer vêxistine.

NewsWeek: Neyarên we dibêjin we bo berjewendiyên xwe yên siyasî referandom kir. Gelo rast e?

Serok Barzanî: Biryara referandomê sala 2014 ji aliyê Komîsyona Hilbijartin û parlamentoyê ve hatibû dayîn. Ev biryar, biryareka şexsî nebû û ji aliyê hemû partiyên siyasî û dezgehên Kurdistanê ve hat pesendkirin. Lê me ji ber DAIŞê referandom paş xist. Roja encamdana referandomê jî ji aliyê partiyên siyasî ve hat destnîşankirin.

NewsWeek: Gelo ti hêviyek maye bo serxwebûna Kurdistanê?

Serok Barzanî: Ew bûyer û rewşa ku li deverên Kurdistanî hene, demkî ne ji ber ku ti kes nikare nasnameya wan deveran biguherîne. Em ti guhertineke bi zorê li wan deveran qebûl nakin. Nasnameya wan deveran Kurdistanî ye. Me ji bo ku şer dernekeve, hêzên xwe ji beşek ji wan deveran vekişand. Me nedixwast şer derkeve û deriyê diyalogê vebe.

NewsWeek: Hûn heta çiqasî dikarin xwe bigirin da ku di navbera we û Bexdayê de şer dernekeve?

Serok Barzanî: Em amade ne heta wextê ku ew êdî nexwazin statûya federalî ya Kurdistanê biguherînin, xwe ji şer biparêzin.