Serrûpel Nûçe Efrîn: Kurdekî 75 salî di Dadgeha PYD de jiyana xwe ji dest...

Efrîn: Kurdekî 75 salî di Dadgeha PYD de jiyana xwe ji dest da

Belav bike

Li Efrînê, endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) di dadgeha Gel de li Efrînê, di dema mehkemekirinê de, li pêşiya alîgirên PYD dilê wî sekinî û jiyana xwe ji dest da.

Mihemed Hesen Sîdo nêzîkî 75 salî bû, nexweş bû û berî 10 roja, bi hiceta ku Heşîş li mala xwe çandiye, ji aliyê asayîşê ve hatibû girtin, PDK-S jî dibêje ev tohmet ne rast e, mesele siyasî ye, û ji ber ku ew endamê wan bû, ew hatibû girtin.

Kurê Mihemed Hesen Sîdo, Reşîd Sîdo ji Rûdawê re got: Berî 10 rojan ve û bi behaneya çandina heşîşê, asayişa Efrînê êrîşî mala bavê wî kiribû û ew girtibûn û avêtibûne zîndanê, îro jî di dadgeha gel de bavê wî dema ku ji aliyê alîgirên PYD de dihate mehkemekirin, celteya dilê pêre çêdibe û jiyana xwe ji dest dide.