Serrûpel Nûçe FLAŞ… YNK di bin zexta Îranê de dixwaze referandum neyê kirin

FLAŞ… YNK di bin zexta Îranê de dixwaze referandum neyê kirin

Belav bike

2 roj ji Referanduma Serxwebûna Kurdistanê re man, lê YNK di bin zexta Îrnê de dixwaze referandum neyê kirin.

Yekîtî tenê bi nav Yekîtî maye, bûne gelek bas, kutle û grûp.

Niha Îran zexteke mezin li ser YNK dike ku tevî Referandumê nebe.

Îro organ, televîzyon û malperên Yekîtî li ser wê yekê tekez dikin ku referandum were bi paşxistin.

Kesên ku berî 100% li pişt referandumê bûn, niha zimanê wan sist bûye û dibêjin “Ka em em referandumê nekin…”

Kurê sekreterê YNK Celal Talabanî Pavêl Talabanî li ser rûpela xwe ya Facebookê nûçeya paşxistina Referandumê belav kir û got ew nêrîna YNK ye, piştre got ew ne gotinên min bûn.

Mele Bextiyar jî ku ji bo Referandumê gelekî germ bû, niha dibêje bila çênebe.

Ev du rojin fermandarê Îranî li Silêmanî ye û zextê li ser YNK dike ku referandum çênebe.

Eger YNK beşdarî Referandumê nebe, yanî bi destê xwe. xwe tune dike.