Fermandariya Giştî ya Pêşmergeyên Kurdistanê di derbarê şerê Kerkûkê de daxuyaniyek belav kir û li ser xiyaneta hinek berpirsên Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) ku sengerên xwe yên şer dabûne Heşda Şebî wiha got:
Mixabin, hinek berpirsên Yekîtî jî, alîkariya wê plana li dijî gelê Kurdistanê kirin, û xiyaneteke mezin û dîrokî bi Kurdistanê û bi şehîdan kirin ku di bin ala Yekîtî de canê xwe ji bo Kurdistanê dan.
Wan berpirsan hinek cihên hesas bi bê şer dane hêzên Heşda Şebî û Supa Pasdarên Îranê û kak Kosret (Kosret Resûl) bi tenê hîştin.