Serrûpel Nûçe Emerîka-Alman-Rusya dixwazin Hewlêrê û Bexdayê li hev bînin

Emerîka-Alman-Rusya dixwazin Hewlêrê û Bexdayê li hev bînin

Belav bike

Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî dibêje, di dagîrkirina Kerkûkê de Îranê alîkariya çekdarên Heşda Şeibî kir her wiha fişar xistibû ser beşek ji rayedarên YNKê bo bicîhanîna wê pilanê.

Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji radyoya Dengê Amerîka re behsa dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê çeteyên şîe û pasdarên Îranê û hevkariya beşek ji YNKê kiriye.

Sefîn Dizeyî diyar kiriye ku Îran bi eşkere di êrişa Kerkûkê de beşdar bûye û gotiye, Îranê alîkariya çekdarên Heşda Şeibî kir her wiha fişar xistibû ser beşek ji rayedarên YNKê da ku ji Kerkûkê vekişin.

Dizeyî behsa diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê jî kiriye û gotiye, em pêşwaziya destpêkirina diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin. Niha welatên mîna Amerîka, Almanya û Rûsya jî hewl didin her du aliyan li ser maseya diyalogê bidin rûniştandin.

Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê aniye ziman ku Bexda hinek merc danîne bo destpêkirina diyalogê û gotiye, em jî daxwaza diyaloga bê merc dikin.

Li ser mercê Bexdayê bo betalkirina encamên referandomê jî Dizeyî gotiye, Hikûmeta Kurdistanê biryara referandomê nedaye heta betal jî bike. Ew biryar ji aliyê gel û serkirdetiya Kurdistanê ve hatibû dayîn ji ber wê jî divê ew biryar bidin. Basnews