Sarkozy’yê ku li hemberî Farnçois Hollande hilbijartina serokomariyê wenda kir, bi hevjîna xwe re li Fasê bajarê Marakeşê betlaneyê dike. Nicolas Sarkozy û Carla Brunî, li qesreke ayda Şahê Fasê VI. Muhammed bi cih bûn.
Serokomarê Fransa yê berê Nicolas Sarkozy û hevjîna wî Carla Brunî, heta dawiya meha gulanê, wek mêvanên taybet yên malbata kraliyetê wê li herêma ku ji mêvanan re tê veqetandin de bimînin. Sarkozy, her sibê bi rêkûpêk spoar xwe jî dike.